17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Paolo Ferrero: Azadiya fîlozof Abdullah Ocalan, civakî ye

Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku azadiya fîlozof Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, pirsgirêkek civakî ye

Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku azadiya fîlozof Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, pirsgirêkek civakî ye û xwest Abdullah Ocalan, azad bibe. Ferrero anî ziman ku tecrîda ku dewleta tirk li ser Abdullah Ocalan ferz dike, dişibe pêkanînên desthilatdariya faşîst a Îtalyayê li ser Antonîo Gramscî pêk anîbû û wiha axivî: “Armanca dewleta tirk bi aşkera ji holê rakirina fikrên Abdullah Ocalan e.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk kirin. Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmrali di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdulla Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li seranserê cihanê dan destpêkirin û roj bi roj bi piştgiriyeke xurt li cihanê mezin dibe.

Siyasetmedarê Îtalyayê û Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê Paolo Ferrero têkildarî tecrîda li Îmraliyê û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ji nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî  û li ser mijarên girîng sekinî.

Wezîrê berê Paolo Ferrero ku tecrîda li Îmraliyê weke bêhiqûqiyê bi nav kir, diyar kir ku dewleta tirk bi tecrîdê re hewl dide fikrên Abdullah Ocalan ji holê rake û wiha got: “Ez difikirim ku sedema tecrîdê pir zelal e. Abdullah Ocalan ramanwer, rewşenbîr, şoreşger û fîlozofekî kurd ê pêşeng e. Dewleta tirk bi tecrîdê dixwaze fikrên Abdullah Ocalan ji holê rake.”

Wezîr Ferrero wiha axaftina xwe domand: “Tecrîda ku dewleta tirk li ser Abdullah Ocalan ferz dike, dişibe pêkanînên desthilatdariya faşîst a Îtalyayê Mussolînî ya li dijî nivîskar, teorîsyen û rêberê şoreşger ê Îtalyayê Antonîo Gramscî kiribû. Ji bo Abdullah Ocalan nikaribe serbest tevbigere yan jî bifikire van pêkanînan li ser ferz dikin. Armanca dewleta tirk bi aşkera ji holê rakirina fikrên Abdullah Ocalan e.”

Paolo Ferrero anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî girîngiyeke sereke ye û wiha axivî: “Azadiya Abdullah Ocalan wê deriyê çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd veke. Abdullah Ocalan aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka kurd e, ev rewşek pir zelal e. Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, çareseriya siyasî û aştiyane pêşniyar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkeke wiha azadiya Abdullah Ocalan wê bibe gava yekemîn. Li ser vê bingehê azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, pirsgirêkek civakî ye.”

Paolo Ferrero bal kişand ser girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan ên ku xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û wiha pêde çû: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan gelekî girîng in, ji ber ku serketina li dijî kapîtalîzma îro de rê nîşan dide. Abdullah Ocalan Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Ev tê wateya demokrasiya rasteqîn û gelan, bi taybetî jî ya jinan. Abdullah Ocalan bi paradîgmayên xwe çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên îro de çareseriyê pêş dixe. Li gorî min fikrên Abdullah Ocalan Marksîzma niha ye.”

Antonîo Gramscî kî ye?

Antonîo Gramscî di sala 1891’an de li herêma Sardînya ya Îtalyayê ji dayik bû, di navbera 1911 û 1914’an de li Zanîngeha Torrino fîlolojî xwend. Gramscî dema zanîngehê dixwend têkoşîna Sosyalîst nas kir, bû yek ji serokên baskê Partiya Sosyalîst a Îtalyayê ku di sala 1913’an de tevlî bû. Gramscî ku di weşanên partiyê de jî wek redaktor xebitî, paşê rojnameya Ordine Nouvo derxist. Gramscî ku di sala 1920’an de ji Partiya Sosyalîst a Îtalyayê derket, di destpêka sala 1921’ê de Partiya Komunîst a Îtalyayê ava kir.

Piştî ku Mussolînî bû desthilatdar, Gramscî çû Moskowê û li wir bi Lenîn re xebitî. Di sala 1924’an de dema vegeriya Îtalyayê, Gramscî bi 18 hevalên xwe re di hilbijartinên ku di dema Mussolînî de wek namzetê Partiya Komunîst a Îtalyayê beşdar bû, derbasî parlamentoyê bû û bû Sekreterê Giştî yê.

Partiya Komunîst a Îtalyayê. Ew di sala 1928’an de, bi fermana rasterast a Mussolînî, ji ber dijberiya wî ya tund li dijî hikûmeta Îtalî ya faşîst hate girtin. Antonîo Gramscî ku 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di hucreya xwe ya yekkesî de ji aliyê gardiyanên taybet ve di bin çavan de bû û bêzar bû. Antonîo Gramscî ku bi saya kampanyayên ku li qada navneteweyî ji bo wî hatin destpêkirin li girtîgehê pêşî li kuştina wî hat girtin, hucreya yekkesî ya ku bi salan lê ma veguherand navendeke perwerdeyê. Wî bêhejmar pirtûk xwendin û ji notên ku wî şandine derveyî welat di pirtûkekê de berhev kirin. Bi tezên ku derxistibû dest pê kir wekî fîlozof û teorîsyenekî girîng ê komunîst tê bibîranîn.

Antonîo Gramscî ku ji ber nexweşiya xwe ya giran bi şert hat berdan, di 27’ê Nîsana 1937’an de di 46 saliya xwe de dema li nexweşxaneyek Romayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.