spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talana qeyûmên şaredariya Bedlîsê

AKP û qeyûmên li Şaredariya Bedlîsê û navçeyên wê hatin tayînkirin wekî malê talanê nêzî şaredariyê dibin û neguhêzbarên li bajar bi bihayê 393 milyon û 511 hezar TL’an firotin.

Derket holê ku qeyûmên li Şaredariya Bedlîsê û navçeyên wê hatine tayînkirin û rêveberên AKP’î bi sedan neguhêzbar firotine. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bedlîsê Huseyîn Olan pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest bê lêkolînkirin bê ka çiqas neguhêzbar hatine iforin û dahatên wan li ku hatine xerckirin.

Parçe bi parçe hatin firotin

Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di bersiva xwe ya 25’ê çileyê de got ku di nava 10 salan de li şaredariyên Bedlîs û navçeyên wê 676 neguhêzbar hatine firotin. Hat diyarkirin ku ev neguhêzbar bi bihayê 393 milyon û 511 hezar TL’an hatine firotin.

Dahat ji bo çi tên xerçkirin!

Wezaretê di bersiva xwe de destnîşan kir ku tenê şaredariya navendê 165 neguhêzbar firotine. Hat diyarkirin ku ev neguhêzbar bi bihayê 261 milyon û 225 hezar lîreyan hatine firotin. Têkildarî cihên ev dahat lê hatine xerckirin jî bersivên gilover da. Di bersivê de wiha hate gotin: “Dahat ji bo binesaziyê û projeyan hatine xerckirin.”

Şaredariya Tetwanê ku ji hêla AKP’ê ve tê birêvebirin jî 145 neguhêzbar firotine. Şaredariyê ev neguhêzbar bi bihayê 71 milyon û 638 lîreyan firotiye. Li gorî agahiyên di bersivê de; şaredariyê dahatên ji van firotinan ji bo mûçeyên xebatkaran û deynên esnafan xerc kiriye.

Şaredariya Motkiyê

Şaredariya Motkiyê ku di sala 2016’an de qeyûm lê hate tayînkirin û niha di bin rêveberiya AKP’ê de ye, 2 neguhêzbar firot. Ji firotina van neguhêzbaran jî 5 milyon û 171 lîre pere stend. Dahata ji van neguhêzbaran jî ji bo xebatkar û karkerên teqawid hat xerckirin.

Şaredariya Xîzanê ku di sala 2016’an de qeyûm lê hate xerckirin û di hilbijartinên 2019’an de kete bin rêveberiya Partiya Saadetê, 2 neguhêzbar firot û 258 hezar lîre stend.

Şaredariya Elcewazê ya di bin rêveberiya AKP’ê de jî 3 neguhêzbar bi bihayê 9 milyon û 180 hezar lîreyan firot. Şaredariya Bajarokê Tatikê ya Xîzanê jî 6 neguhêzbar firot. Bi firotina van neguhêzbaran 5 milyon û 496 hezar lîre bi dest xist. Hat îdiakirin ku dahata ji van neguhêzbaran ji bo deynên şaredariyê hatine xerckirin.

Derket holê ku li Şaredariya Norşînê ya di bin rêveberiya qeyûm de û şaredariyên bajarokên Golbaşi û Pirxus jî gelek neguhêzbar bi bihayekî erzan hatine firotin. Tu agahî nayên dayîn bê ka dahata ji firotina van neguhêzbaran hatine bidestxistin ji bo çi hatiye xerckirin.