5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatparêz û rewşenbîrekî kurd

Hêjar Mukriyanî xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “Min di riya azadiya Kurdistanê de tu carî hizra mal û zar, jin û kes û karan nekir û ez li çi tiştan netirsiyam.”

Dema em rûpelê dîrokê diqelibînin dibînin ku gelekî êş û bedelê giran hatine dayîn. Wekî roja îro her kêliya dîrokê ji bo civakê ne mîna bihuştê bûye. Ji bo jiyaneke aram û azad her têkoşîneke mirov û civakê li dijî serdest û hêzdaran pêş ketiye. Civaka kurd jî yek ji wan civakan e ku bi hezaran sal e her li dijî serdestên li ser Kurdistanê li ber xwe daye û têkoşiyaye. Di têkoşîna azadiya kurd de bi sedan rewşenbîrên ku cihê xwe têde girtiye heye. Ev rewşenbîrana hem bi pênûsên xwe têkoşiyane û civaka kurd der barê zordariya li ser agahdar, serwext kirine û hem jî ligel têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe şer kirine. Ji derveyî wê tu rê nebû û ji têkoşîna ku didan jî gav şûnde nediavêtin. Dema mirov li dîrokê dinêre, dibîne ku di warê parastina civakê, parastina çand û hunerê û parastina ziman de  rewşenbîrên kurd risteke girîng lîstine. Yek ji van rewşenbîrên kurd Hêjar Mukriyanî ye ku di navbera salên 1920 û 1990’î de jiyaye. Hêjar ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye û gelek pirtûk nivîsandiye. Di vê nivîsa xwe de em ê li ser jiyan û serpêhatiyên Hêjar Mukriyanî rawestin. Ka em berê xwe bidinê bê jiyan û têkoşîneke çawa jiyaye:

Jiyaneke biêş

Hêjar Mukriyanî bi navê xwe yê din Ebdurehman Şerefkendî di sala 1920’an de li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Hêjar li gundê derdora Mehabadê û Bukanê perwerdeya olî dibîne. Hêjar, hêj îcaze yanî destûra dayîna ilmê wernegirtibû ku bavê wî dimire. Vê valahiya bav, dihêle ku Hêjar jiyana ku dixwaze nava jiyana ku ew neçare li pê biçe bibijêre. Hêjar mecbûr dibe ku dev ji xwendinê berde û ji bo derbara malbata xwe dest bi xebatê bike. Hêjar ku hêj di temenê xwe yê 17 salî de ye berpirsyariya malbatê dikeve sitûyê wî. Di nav jar û belengaziyê de mezin dibe. Piştî demekê li Mehabadê dizevice lê hevsera wî ji ber nexweşiya tîfoyê jiyana xwe ji dest dide.

Welatparêzî û xemxuriya wî

Lê belê ji bo Hêjar Mukriyanî tenê jiyana kesane û malbatî tiştekî bi serê xwe îfade nake. Ew jiyana civakî û neteweyî jî difikire. Di heman demê de ew erdnîgariya ku civaka wî li ser dijî jî ji bo wî gelekî girîng e. Hêjar  xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “Min di riya azadiya Kurdistanê de tu carî hizra mal û zar, jin û kes û karan nekir û ez li çi tiştan netirsiyam.” Ev gotinên Hêjar Mukriyanî asta wî ya welatparêzî û xemxuriya wî ya ji bo Kurdistanê radixe ber çavan.

Bîranîna Mukriyanî û bavê wî

Dema em li jiyan û serpêhatiyên Hêjar Mukriyanî dinerin gelekî bala mirov dikişîne. Lewre ew hesasiyeta wî ya kurdewarî ku çawa pêş ketiye em di vegotineke serpêhatiya xwe de dibînin. Hêjar der barê naskirina nivîskarên navdarên kurd, fêrbûna xwe ya zimanê kurdî de wiha dibêje: “Bavê min hez nedikir ku ji derveyî dersê olî tiştekî din bixwînim. Şevekê bi tirsetirs min ji bavê xwe pirsî; bavo ez tiştekî ji te bipirsim tu yê aciz nebe?  Got ‘na’. Wê gavê min pirtûka xwe ji paxila xwe derxist û min pirsa helbestê lê kir. Gelekî bi min keniya û piştre ev pirtûk ji bo min xwend. Ji min re got; ‘heke tu dixwazî van pirtûkan bixwînî ligel min were.’  Em çûn hewşa malê. Bavê min hindikî erd kola sindoqeke derxist, di hundirê sindoqê de jî hembêzek pirtûk derxistin. Di nav pirtûkên ku derxistin de dîwanên Nalî, Mehvî, Kurdî, Herîq, Şêx Riza û gelik helbestvanên din jî têde bûn. Ew pirtûkên ku bavê min derxistin min hemû jî xwendin. Bavê min gelek ji wan pirtûkên helbestan jiber kiribû. Dema ku min ew pirtûk dixwendin kêmasiyên min sererast dikir. Piştî pirtûka ku me dixwend bavê min carek din ew dixist sindoqê dixist bin erdê. Hemû şevan karê me ev bû. Piştî vê ez fêrî xandina kurdî bûm. Helbestên Hecî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên din ên neteweyî min jiber kirin.”

Hêjar Mukriyanî bi derfetên xwe û bi evîndariya kurdewarî hînî nivîsandina kurdî dibe. Bi ciwantiya xwe di temenê xwe yê 20 salî de dest bi nivîsandina helbestan dike. Ji naskirina nivîskar û helbestvanên navdarê yên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hecî Qadirê Koyî û Xalemîn û helbestê wan bi bandor dibe û dest bi nivîsandina helbestên kilasîk dike.

Navdariya Mukrayanî

Hêjar di temenê xwe yê ciwan de bi hestên kurdewarî ku dinivîse bala herkesî dikişîne ser xwe. Di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar. Hêjar evînekî mezin ê Kurdistanê di dilê xwe de dihebîne û hestên xwe bi nivîsandina helbestan dide der.  Bêguman bedelekî vê evînê divê hebûya. Wekî her kurdekî welatparêz ji ber hest û xebata xwe ya li ser Kurdistanê rastî zextan tê. Ji ber kurdewariya xwe û nivîsandina helbestên xwe di 24 saliya xwe de li bajarê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin û wî dixin zindanê. Dema ku ji zinadanê derdikeve diçe Iraqê û başûrê Kurdistanê. Li Başûr piştgiriyê dide têkoşîna Mela Mistefa Barzanî. Li vir jî ji ber zextên rejîma Iraqê neçar dimîne ku derbasî Sûriye, Lubnan û Misrê bibe. Piştî ku li Sûriyeyê bi cih dibe hevser û zarokên wî jî diçe cem wî.

Salên têkoşînê

Her tim di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cihê xwe digire. Dilê wî ji bo azadiyê lê dide û di vî warî de xebatan pêş dixe. Ew li cihekî niştecih namîne. Li gorî şert û mercan tev digere û têkoşîna xwe ya ji bo civaka kurd didomîn e. Piştî demekê Hêjar, carek din vedigere başûrê Kuristanê û li gel Mele Mistefa di nav têkoşîna gelê kurd de cihê xwe digire. Piştî demekê carek din vedigere rojhilatê Kurdistanê û li barjarê Kerecê bi cih dibe. Hejar li vir karê xwe yê nivîsandinê berdewam dike. Êdî temenê Hêjar bandorê li ser tendirustî û jiyana wî dike. Ne mîna berê ye ku bi awayekî çalak tev bigere.

Koça dawî

Lê belê rastiya tehl pêşiya wî bernade. Ew jî kalbûn e. Gotina, “Piştî ciwaniyê kalbûn tê” xwe li Hêjar jî digir e. Êdî mîna berê nikare tev bigere. Her roja ku derbas dibe ew ji hêz dikeve. Wekî her kesî ev rewş gelekî pê zehmet tê. Bêguman gelek tiştên ku ji bo civak û welatê xwe dixwest bike hebûn. Lê ew rastiya dehl a kalbûn û piştî kalbûnê mirin wî jî digire. Ew mirina bi me tehl tê helbestvan û nivîskarê navdar û her wiha têkoşerê doza azadiya Kurd û Kurdistanê di 22’yê Sibata 1990’î de Hêjar Mukriyanî ji nav civaka kurd digire û li Mehabadê wî dispêrin axê.

Hin ji berhemên wî wiha ne;

Helbestvanê neteweyî Hêjar di temenê xwe yê hertim ji bo kurdeweriyê têkoşîn deye de gelek berhemên giranbûha nivîsandiye û ji zimanên din werger kiriye. Hêjar bi pênûsa xwe ya xurt li gel vergerê 24 pirûk jî nivîsand. Hin ji pirtûkên Hêjar Mukriyanî ev in; Alekok, Vergêra Mem û Zîn bi soranî, Vergêra Şerefnamê bi kurdî, Dîwana helbesta Bu Kurdistan, Çarînekanî Xeyam (verger), Henbane Borîne (ferheng), Vergêra Quranê bi kurdî, Vergêra Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî, Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Sifra bê biraneve (vergêra pirtûka Şerîetî), Çêştî Micêvir (serbihoriya vî), ji Mehabadê heta Bexdayê.