2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Demîr: Rewabûna CPT’yê hatiye asta lêpirsînê

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê encama tirsa ji hêza çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku CPT xwe li bêdengiyê datîne û rewabûna wê hatiye asta lêpirsînê.

Zêdetirî du sal in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, nayê. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî tim 3-6 mehan bi hinceta “cezayên disiplînê” tên redkirin. Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku sedema sereke ya tecrîdê fikirên Abdullah Ocalan in û dewlet ji fikirên wî ditirse û got ku her kes li bendê ye ku demildest dawî li tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê anîn.

Hesasiyeta ji bo Abdullah Ocalan

Demîr anî ziman ku cezayên disiplînê ne tiştekî nû ne û got: “Cezayên disiplînê yên di demên dawî de ji aliyê hikumetê ve li birêz Ocalan tên birîn, nayên qebûlkirin. Hevdîtinên parêzeran jixwe ji sala 2011’an ve hatine qedexekirin. Hevdîtinên malbatê jî piştî wextekê hatin betalkirin. Raya giştî ji bo birêz Ocalan pir bifikar e. Her kes bi hesasiyeta raya giştî ya kurdan a ji bo birêz Ocalan dizane. Lê hikumet tim dixwaze vê fikarê zêde bike. Ev nayê qebûlkirin.”

Mafên rewa binpê dikin

Demîr anî ziman ku her girtî divê li gorî rûmet û hesasiyeta mirovahiyê di girtîgehê de be û wiha axivî: “Ev maf, di pergala hiqûqê ya tirk de hatine diyarkirin. Lê li girtîgeha giravê, binpêkirinên mafan tim pêk tên. Hevdîtinên malbatê, hevdîtinên parêzeran, hevdîtinên navneteweyî û hevdîtinên şandeyan ên bi birêz Ocalan re nayên pêkanîn. Pêşî li ber van hevdîtinan nehat vekirin. Mafê wî yê nameyan tu carî esas nehat girtin. Mafê telefonê jî bi vî awayî ye. Tecrîd, binpêkirineke giran a mafên mirovan e.”

Li dijî sedema avabûna CPT’yê ye’

Demîr destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) heya niha ne ji bo Abdullah Ocalan û ne jî ji bo girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de berprisiyariya xwe bi cih neaniye û got ku CPT heya niha tu daxuyaniyeke ku raya giştî rihet bike belav nekiriye. Demîr, wiha pê de çû: “Em dizanin ku CPT’yê tder barê bangawaziyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de daxuyaniyeke têr û tije belav nekiriye. A rast, CPT bi vî awayî ketiye rewşeke li dijî sedema hebûna xwe. Veguheriye saziyeke siyasî. Vê yekê rê daye ku rewabûna wê têkeve ber lêpirsînê. Li gel vê mekanîzma û saziyên navneteweyî jî peywira xwe bi cih neanîne. Lewma divê rewşa birêz Ocalan ji aliyê çavdêrên bêalî bê kontrolkirin. Hikumeta peymankar divê di vî warî de nêvengeke hiqûqî amade bike. A rast sedema vê tecrîd û îzolasyonê pir aşkera ye; ji fikrên birêz Ocalan, nêrîna wî ya ji bo meseleya kurd û meseleyên Rojhilata Navîn, ji helwesta wî ya çareseriyê û aştiyane ditirsin.

Demîr destnîşan kir ku tekane sedema vê yekê tirsa ji fikirên Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêviya me hemûyan ew e ku demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Ev cezayê ku beriya hilbijartinê hatiye birîn, astengkirina nêrînên Ocalan ên ji bo raya kurdan, raya demokratîk û stratejiyên hilbijartinê ne. Me berê jî dît ku bê bi pespektîfên wî serketinên çawa bi dest ketin. Tecrîd jî ji ber van sedeman tê girankirin.”