6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Sûrê nerazî ne: Em ê ji vir derneyên

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê di çarçoveya "Projeya Firehkirinê" ya Parka Anzeleyê de biryara îstimlaqkirinê da. Welatiyan got: "Em ê ji vir dernekevin. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di çaçroveya “Projeya Firehkirina Parka Anzeleyê” de, ji bo 90 avahiyên li kuçeya Balikli ya Sûr a Amedê biryara îstimlaqkirinê da. Bi vê biryarê dê 90 avahî bên rûxandin. Her wiha dadgehê ji bo xaniyên ku dê bên rûxandin 180 hezar TL û ji bo kargehan jî 250 hezar TL diyar kiriye.

Şêniyên taxê bihayê diyarkirî qebûl nakin û ji dêvla xaniyên xwe, xaniyên nû dixwazin.

Nikarin heqê kiraya xqwe bidin

Fatma Karaotê ragihand ku 40 salên wan e ku li vê kuçeyê ne û got: “Em naxwazin xaniyên me bên xirakirin. Em nikarin heqê kirê bidin. Em ê pir mexdûr bibin.”

Karaotê bi lêv kir ku ew meaşê teqawidbûnê distîne û got ji ber ku kurê wê girtiye ew debara malê dike. Karaotê ev tişt gotin: “Kurê min girtî ye. Ez li sê zarokên wî û hevjîna wî mêze dikim. Ez ê van zarokan bibim ku derê? Meaşê min 4 hezar TL ye. Ma ez wî meaşî bidim heqê kirê, ez ê çi bixwim? Ez ê çawa debara van zarokan bikim? Ez ê çawa pereyan bişînim girtîgehê?”

Ger ez biçim cihekî din ez ê bimirim’

Karaotê destnîşan kir ku demildest divê dest ji vê biryarê bê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez li dijî vê biryarê me. Ez nahêlim. Bila me ji xaniyê me, taxa me dernexin. Ez miroveke nexweş im. Ger ez biçim cihekî din ez ê nikaribim deyax bikim, ez ê bimirim. Ez hînî vir bûme.”

Aygul Yildirimê jî bi lêv kir ku ew jî wekî bavê xwe li vê kuçeyê mezin bûye û got ku naxwaze ji vê taxê biçe. Yildirimê got: “Pereyê ku bidin me, têra kirêya xaniyekî din nake. Xanîstendin, xeyal e. Xaniyek di ser milyonek TL’yî re ye. Ev tenê ne madî ye, tiştekî derûnî ye jî. Em di warê derûnî de tarûmar dibin. Ji lew re bavê me li vir çêbûye û mezin bûye. Em heft nifş li vir çêbûne û ji vir in. Lewma bila me ji taxa me dernexin. Ev der, warê me ye. Axa bav û kalan e. Madiyat jixwe tune ye. Hema bila me li vir bin ax bikin çêtir e. Sirf ji bo turîstan dê ev qas mirovan birçî bihêlin û mexdûr bikin. Ger van xaniyan xira bikin, bila bi wan re me jî bikujin û veşêrin. Pereyê ku didin jî têra kirêya salekê nake.”

Dewsa pere xanî dixwazin

Azîz Ecer jî bi lêv kir ku şaredarî dixwaze bi erzanî xaniyê wan bikire û got: “Em beranberiya xaniyên xwe, xaniyekî nû dixwazin. Em hemû dizanin vî zemanî xanîstendin pir zehmet e. Pereyê ku teklîf kirine jî pir kêm e. Pêşî gotin em ê 80 hezar TL’yî bidin. Paşê kirin 126 hezaran vî zemanî dest ji xanî berde, kes nikare bi vî pereyî koxekê jî bikire. Ya tê kirin zilm e, neheqî ye.”

Mahsûm Kûtay jî got: “Em dane ber dadgehê. 180 hezar teklîf kirin. Çi bi vî pereyî tê? Li vir xaniyê herî kêm 400 hezar TL ye. Jixwe gava tu ji Sûrê derkevî, fiyetê xaniyan ji milyonekê dest pê dike. Ev der, cihê feqîr û fiqara ye. Em dixwazin rayedar bi edalet tevbigerin.”

Berê jî gundê wan şewitandibûn

Îsa Kiliç anî ziman ku dewletê di salên 1990’an de gundê wan şewitandiye û paşê koç kirine hatine kuçeya Balikliyê û got: “Em 30 sal in li vir in. Dewletê ji bo xaniyê me yê gund pere da me. Em jî hatine me bi wî pereyî li vir xanî stend. Niha jî rabûye dibêje ’em ê xaniyê we xira bikin.’ Tu tişt bi 250 hezar TL’yî nayê. Em dixwazin xaniyekî bidin me.”

‘Bila bên bi ser serê me de xira bikin’

Cebraîl Tûgay jî destnîşan kir ku pereyê tê teklîfkirin ne tu pere ye û wiha axivî: “Em li dijî vê biryarê ne. Ger biryara xwe neguherînin, em ê jî derneyên. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê.”

Şêniyê taxê Nûrettîn Akgun jî got ku  ew mexdûr in û pereyê ku tê teklîfkirin mirov nikare pê pîneyeke çûkan jî çêbike.