2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 2016’an ve cara yekemîn balafireke rêwiyan ji Sanayê rabû

Ji sala 2016’an ve cara yekemîn balefireke rêwiyan ji paytexta Yemen Sanayê rabû.

Di sala 2014’an de li Yemenê şerê navxweyî dest pê kir û Husiyan dest danî ser hikûmeta Sanayê û beşeke mezin a welat. Ji ber ku aliyekî şer alîgirên Îranê û aliyek şer jî alîgirên Erebistana Siûdî ne şerê navxweyî yê Yemenê weke şerê Îran û Siûdî Erebistanê tê pênasekirin û bi sed hezaran kes di şer de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê sedemê di heman demê de şerê navxweyî yê Yemenê weke şerê vekâlete jî tê nirxandin.

Di demên dawîn de di navbera Îran û Erebistana Siûdî de hevdîtinan dest pê kiriye û her du welat bi hev re gavên dîplomatîk ji bo hev diavêjin. Ev hevdîtinên di navbera her du welatan de bandora xwe li şerê navxweyî yê Yemenê jî kirin. Ji sala 2016’an ve cara yekemîn balefireke rêwiyan ji paytexta Yemen Sanayê ku di bin kontrola Husiyan de ye rabû.

Balafira Yemenîa Aîrways 277 ku ji Sanayê rabûye, ji kesên xwestine biçin wezîfeya xwe ya Hecê li Erebistana Siûdî pêk bînin, pêk hatiye. Balafir li gorî saeta herêmî roja şemiyê saet di 20.00’an de rabûye.

Ji ber şerê ku didome krîzeke mezin a mirovî li welat peyda bûye.