3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hinceta ‘stratejiya PKK’ê’ înfaza Tûrsûn hat şewitandin

Îsmaîl Hakkin Tûrsûn 31 sal in girtî ye. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê pirsa “Stratejiya PKK’ê çi ye” ji Tûrsûn pirs kir. Înfaza Tûrsûn, bi îdiaya “rewşa wî baş nîn e” cara duyemîn hate şewitandin.

Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tûrsûn di 30’ê kanûna sala 1992’yan de li Amedê hate girtin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbedê lê hate birîn. Li gel ku Tûrsûn înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan. Tûrsûn, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Rihayê tê ragirtin û ji ber rapora “rewşa wî baş nîn e” ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, cara duyemîn înfaza wî ji bo 6 meh û 5 rojan hate taloqkirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 8’ê kanûnê de civiya û ji bo Tûrsûnê înfaza wî di 9’ê kanûna 2022’yan de temam bûye bi îdiaya “poşman nîn e” înfaza wî şewitandin. Lijneyê, di 7’ê hezîranê de dîsa bi heman hincetê înfaza Tûrsûn ji bo 6 meh û 5 rojan taloq kir. Rewşa Îsmaîl Hakkin Tûrsûn a şewitandina înfazê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar ragihand.

Lijneyê ji bo taloqkirina tehliyeya Tûrsûn jî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên piştî Rewşa Awarte (OHAL) hatiye lidarxistin, greva birçîbûnê ya li dijî êrişên ser Efrînê û di sala 2018’an de li dijî tecrîd û yektîpkirina cil û bergan, serlêdanên ji bo bidawîkirina sepanên li girtîgehê, dirûşmên di dema guherandina qawîşan de hatin berzkirin û “cezayên disiplînê” yên ji hêla lijneya disiplînê ya girtîgehê ve hatine dayîn weke hincet hatin nîşandan. Di hinceta raporê de hat diyarkirin ku Tûrsûn ji ber “sûcên” kirine “poşman nîn e” û ji ber vê rewşê jî biryar hatiye dayîn ku “rewşa wî baş nîn e.”

Malbata Tûrsûn, bi daxwaza alîkariya hiqûqî ya li dijî cara duyemîn şewitandina înfaza Tûrsûn, serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê da. Li ser daxwaza malbatê, Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel çû serdana Tûrsûn û têkildarî taloqkirina înfaza Tûrsûn axivî.

Hincet: Sûcên disîplînê yên berê

Demîrel, da zanîn ku cezayên ku di demên berê de hatine dayîn û teqez bûn ên ku Tûrsûn înfaza wan temam kiriye weke hinceta “rewşa nebaş” hatine nîşandan û wiha got: “Hincetek nedîtine û ‘cezayên’ disiplînê yên berê weke hincet hatine nîşandan. Li ser daxwaza malbatê min bi Tûrsûn re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji min re got ku dozger û midûrê girtîgehê yên di Lijneya Çavdêriyê  de cih digirin bi awayekî keyfî tevdigerin û şewitandina înfazê li wan ferz dikin. Neçûna qawîşa bêaliyan û poşman nebûn weke hincet hatine nîşandan. Tûrsûn, got ku dozger û midûrê girtîgehê gotinên di fermiyetê de û di qeydan de tune ne kirine.”

Her tişt ji bo şewitandina înfazê bi rêxistin kirine

Bi domdarî Demîrel diyar kir ku dozgerê girtîgehê ji wî re gotinên weke “Em te nas dikin, tu 31 sal in di girtîgehê de yî, dema derketî dê tev li rêxistinê bibî” jê re kirine. Demîrel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozgerê girtîgehê ji Tûrsûn pirsên weke ‘Gelo haya te ji planên PKK’ê yên pêşerojê heye? Stratejiya PKK’ê çi ye? Dê çi bikin?’ i Tûrsûn kirine. Bi darê zorê hewl dane hinek tiştan pê bidin gotin. Li dijî van pirsan jî Tûrsûn gotiye ku ev 31 sal in girtî ye û derfeta wî nîn e ku bi plan û stratejiya PKK’ê bizane. Yek ji pirsên din ên balkêş ku ji Tûrsûn hatiye kirin jî ev e; ‘Hûn tehliye bûn û çûn malê, endamên rêxistinê hatin mala we û ji we re gotin ku were tev li me bibe, gelo hûn dê çi bersivê bidin wan?’ Armanca wan ew e ku tehliye nekin. Bi van pirsan dixwazin zexta psîkolojîk ava bikin.”

Ji bo gitiyan banga hestewariyê

Di dewamê de Demîrel anî ziman ku Tûrsûn jê re gotiye ku zexta “poşmantiyê” sepanekî derhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Tûrsûn ji min re got ku serbilind e ku li qawîşa alîgir li cem hevalên xwe dimîne û bi tu awayî poşmantiyê najî. Her wiha got ku divê rêxistinên hiqûqî li dijî van binpêkirinan bikevin nava hewldanan. Tûrsûn, got ku înfazên gelek kesên din bi heman hincetan tên şewitandin û xwest ku raya giştî di vê mijarê de bi hestiyar tevbigere. Her wiha got ku heke dengê wan baş neyê bihîstin dê şewitandina înfazan êdî bibe tiştekî jirêzê. Ji bo vê jî dixwaze her kes tişta ji dest tê bike.”

Sepandin derhiqûqî ye

Demîrel, bi lêv kir ku di demên dawî de înfazên gelek girtiyan bi heman hincetan tên şewitandin û axaftina xwe wiha qedand: “Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê nirxandinên xwe bi saîkên siyasî dike û hiqûqî nîn in. Cezayên ku înfaza wan xilas bûne weke hincet hatine nîşandan. Girtî li dijî binpêkirinan çalakiyên aştiyane dikin lê cezayên disiplînê lê tên birîn. Ji bo van biryara ‘rewşa wî baş nîn e’ tê dayîn. Li gorî Destûra Bingehîn, sûcên disiplînê yên înfaza wan temam bûne nabin hinceta ‘rewşa nebaş.’ Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin û ev yek hiqûqî nîn e. Biryarên şîretê yên NY’yê di vê mijarê de hene. Tundiya darazê ya îktîdara siyasî ava kirine, polîtîkaya wê ya afirandina cezayan a di nava cezayan de li gelek girtîgehan didome. Li gelek girtîgehan girtiyên siyasî nayên berdan. Ev cihêkarî ye, binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Weke OHD’ê em di nava hewldanan de ne û dê hewldanên me bidomin.”