spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê dîsa agirbest hat îlankirin

Li Sûdanê di navbeynkariya Erebistana Siûdî û Amerîkayê, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên Paramiliter de ji bo 72 saetan agirbest hat îlankirin. Agirbest sibe saet 06:00’an de dikeve meriyetê.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ê paramiliter de 3 roj agirbest hatiye îlankirin.

Daxuyaniya hevpar a Erebistana Siûdî-Amerîkayê, li ser malpera Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin agirbesta ku artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn pê re lihevkirina agirbestê ya 3 rojan pêk anîn, wê sibe saet 06:00’an de bikeve meriyetê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema agirbestê de wê alî ji bikaranîna balafirên şer û balafirên bêmirov, topbaran û her cure xebatên gihandina leşkerî dûr bikevin û xebatên alîkariyên mirovî jî hêsan bikin.

Divê bê bibîrxistin ku di 24’ê nîsana 2023’yan de jî ji bo 3 rojan agirbest hatibû îlankirin lê piştre careke din şer dest pê kiribû.

Tê zanîn aloziya li Sûdanê ya di navbera Artêşa Sûdanê û HDK’ê de danê sibehê 15’ê nîsana 2023’yan li paytext Xartûm û gelek bajarên cuda veguherî şerê çekdarî. Di pevçûnên ku ket meha sêyemîn de, nêzî hezar kesan jiyanên xwe ji dest dan û nêzî 5 hezar kesan jî birîndar bûn.