28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li NY’yê dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de girtî ne re pevdîtinê bikin, serî li Komîteya Nêzîkatiyên Hov, Dijmirovî yan jî Biçikxistinê yên Din an jî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA)  û diyar kirin ku wan serî li Neteweyên Yekbûyî dane û xwestine ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Parêzeran di serlêdanê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên heya niha hatine kirin û diyar kirin ku wan heta niha serî li li Dadgeha Qanûna Bingehîn, Wezareta Dadê, Komîsyona Vekolandinê ya Mafên Mirovan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Ceza û Dadgeriya Înfazê dane. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku tu encameke erênî ji serlêdanan negirtine û gotine ku muwekîlên wan di çarçoveya “incommunicado”yê de hatine desteserkirin.

Parêzeran di serlêdanê de xala 7’an û xala 10’an ên Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (ÛMSHS)  bi bîr xistin û cezayê hucreyên yên li muwekîlan tên birîn û astengiyên li pêş hevdîtinan parve kirin. Parêzeran xala 45’an a Pîvanên Standard ên Neteweyên Yekbûyî yên Derbarê Girtiyan de bibîr xistin.