5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dagirkeriya xwe rewa dikin

Kujerên zarok, jin, kalemêr, pîrejîn, jinên ducanî, kujerên xweza û dîrokê êdî di vê dunyaya bêbext de serkêşiya mirovahiyê dikin. Hemû kujer li ser maseyekê kom dibin. Plana qir û asîmîlekirina koka gelên resen dikin.

Yek ji qirker û asîmîlekerê gelan ku xwe li ser hesabê gelan ava kiriye û mezin dike, dewleta tirk a dagirker a bi nûnertiya Osmaniyên kevn û nû ye. Dehaqê serdemê jî Erdogan e. Osmaniya kevn bi desteka gelek dewletên hegemon ên li cîhanê û bi peymana dawî ya Lozanê û bi desteka hin xayînan Kurdistan kirin 4 parçe.

Neviyê Osmanî AKP’ê, berpirsên wê û bi serokatiya Teyyîb Erdogan di sedsala damezrandina komara Tirkiyeyê de hewl didin sînorê Mîsaqî Millî derbas bikin. Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û bakurê Afrîkayê dagir bikin. Vê yekê weke erdên kal î pîrên xwe dibînin. Ji erk, maf û peywirên xwe dibînin ku bi salvegera damezrandinê re Osmaniya nû vejînin Armanc dikin ku Kurdistanê ji çar parçayan ber bi qirkirinê ve bibin.

Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê ya sala 2011’ê re dewletên herêmî û dewletên hegemon, di serî de faşîzma tirk, dest avêtin karûbarên Sûriyeyê. Hin dewletan deriyên xwe yên sînor li pêş welatiyên Sûriyeyê vekirin ku penaberî wir bibin. Hin dewletan derî vekirin ku qirêjiyên nava xwe paqij bikin û bişînin Sûriyeyê. Hinan jî tevgera Sûriyeyê ber bi wêranî, pêkanîna komkujî û qirkirinên çandî û binesazî ve birin. Di serê van dewletên destwerdêr ên li Sûriyeyê de, dewleta tirk a dagirker heye. Faşîzma tirk li ser gelek benan lîst û bi gelek dewletan re kete nava tifaq û tevgerê. Ket nava lihevkirin û girêbestan. Welatiyên Sûriyeyê yên ji bo bêhna azadiyê bikin serî hildane û bi eşqa demokrasiyê qîr kirine.Ev  kesên bi hesreta ji bin nîrê koletiyê derkevin, li qadan li dijî rejîma Baasê ya ku 40 salî nehiştiye welatî banga mafên xwe bikin, çalakî li dar xistin. Lê faşîsta tirk ev welatî û çalakvan ber bi xwe ve kişandin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û hinek ji wan kirin çete. Faşîsta AKP’ê hişt ku xwik û bira xwişk û bira bikuje. Pismam bi pismam bikuje. Plan kir ku bav kurê xwe bikuje, kur bavê xwe bikuje. Xwest ji dîrokê, çand û havayna xwe bên dûrxistin.

Piştî ku dewleta tirk a faşîst êrîşî gel kir; li dijî gel, herêm, xweza, zarok û jinan komkujî pêk anî. Gelek herêm dagir kirin. Demografiya wan guhartin, avahiyên mêtingehiyê ava kirin, niha jî plana ku hertim dixwaze pêk bîne, da ku armanc û hedefa xwe, di serî de hedefa dewletên kapîtalîst bigihîne serî, ‘herêmeke ewle’ ya ku her tim behsa wê dike ava bike.

Dewleta tirk piştî gelek herêm ji bakur û rojavayê Sûriyeyê, ji Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir kir û gelek avahiyên mêtingehiyê ava kirin, propagandaya derxistina sûriyeyiyan ji Tirkiyê dike. Dixwaze wan bişîne wan herêman. Qaşo li gorî îdia dewleta tirk a dagirker û Erdogan ew herêm ewle ne. Lê li wan herêman rojane sûcên şer, dermirovî, derexlaqî pêk tînin. Navên gundan, qad, avahî, kolan û cihên sereke kirin tirkî, zimanê tirkî li dibistanan ferz kir, danûstandina bi pereyên tirkî ferz kir. Bi hezaran sûcên qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tecawîzkirina jinan hene û radestî gelek rêxistin mafên mirovan û navneteweyî hatine kirin. Ji bilî wê jî bi hezaran sûcên hatine veşartin hene ku welatî ji tirsa jiyana xwe re eşkere nakin. Li kêleka wê jî nahêlin tu dezgehên çapemeniyê yên serbixwe û pêbawer derbasî wan herêman bibin û wan sûcan ji raya giştî re aşkere bikin.

Plana vegerandina penaberên Sûriyeyê li cih û warên ne yên wan planeke lêkolînkirî û destê hemû dewletan tê de heye. Ev plan di serî de, bi armanca guhartina demografiya herêmê ye û ya din jî rewakirina dagirkirinê ye. Li kêleka van tiştên eşkere, sûcê herî xeternak ê piştperdeyê heye, ku dewleta tirk hewl dide projeya Osmaniya Nû pêk bîne. Rayedarên tirk bi ragihandina der barê vegerandina penaberên sûriyê û bicihkirina wan a di avahiyên mêtingehiyê de; armanc dikin ku gelên van herêman ên bi darê zorê dane koçberkirin, careke din li wan herêman venegerin. Armanc dikin li şûna wan kesên din bi cih bikin. Piştre armanc dikin ku wan herêman tev li axa Tirkiyeyê bikin. Mîna li Lîwa û Îskenderûnê.  Bi vê planê dixwazin rojavayê Kurdistanê û pê re başûrê Kurdistanê ji nexşeya Kurdistanê rakin.

Başûrê Kurdistanê jî di nava lepên Kazimî, PDK’ê û dewleta tirk a dagirker de rûbirûyî qirkirinê ye. Êrîşên hovane yên bi armanca qirkirin û dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê 40 salin didome. Bi taybetî pişti 2020’iyan êriş zêde kirine. Dewleta tirk bi hemû cureyên çekan, bi hemû cure xapandin û leystokan nikarî berxwedana gerîla têk bibe. Berovajî wê gerîla ji her demê zêdetir derbên giran li dijmin û teknolojiya wê dixin. Bi sedan dagirker kuştin, bi sedan dîmenên hovîtiya wan belge kirin û ji raya giştî re parve kirin.

Dagirkeriya tirk bi rêya Kazimî û PDK’ê xwest plana 9’ê Cotmehê li Şengalê pêk bîne. Êrişî Asayîşa Êzidxanê kirin. Lê gelê Şengalê bi coşa ku ji gerîlayên azadiyê girtiye li ber xwe dide. Dema ku di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û têk çûn, gav paşve avêtin. Ciwanên êzidî li ser pêyan bûn. Planên dijmin ên derbekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê têk birin.

Dijmin û pergala kapîtalîzmê ku negihe planên xwe yên qirêj, li Rojhilata Navîn, hewl dide projeyên xwe yên Nexşeya Rojhilata Navîn a Mezin an jî Nû, Osmaniya Nû û hwd têxe meriyetê. Piştî têkoşîna azadiyê ya 50 salên dawî ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan pêş dikeve, bi belav bûna fikir û felseya Ocalan gelên bindest mafên xwe nas kirin. Hest û henasên xwe bi şitlê azadî û demokrasiyê av dan. Rêberê gelê kurd fikr û felsefeya xwe bi projeya neteweya demokratîk nû kir û modernîteya kapîtalîzmê têk bir. Ji ber vê yekê hêzên kapîtalîst li planên xwe yên berê vedigerin û hesabê serweriya gelan dikin.