7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan serî li AYM’ê da

Parêzer Serdar Çelebî ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Ozkan, bi angaşta kuştina Fermandarê artêşa tirk Bahtiyar Aydin ji sala 1996’an ve 26 sal in girtî ye. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbeta giran dabû Ozkan. Ozkan di 26 salan de  5 caran qrîza dil derbas kiriye û gelek nexweşî pêre hene. Ji ber nexweşî û temenê xwe nikare gelek pêwistiyên xwe bi tena serê xwe bibersivîne.

Hemû serlêdanên ku ji bo berdana Ozkan li Saziya Tipa Edlî (ATK) hatine kirin, bê encam mane. Li gel hemû bangên ku ji aliyê parastvanên mafê mirovan ve ji bo berdana Ozkan hatin kirin jî Ozkan hê jî nehatiye berdan. Parêzerê Ozkan Serdar Çelebî, ji bo neheqiyên ku li muwekîlê wî hatiye kirin serî li AYM’ê da.