3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji nû ve bûn Hevserokên DBP’ê

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6’emin Kongreya Asayî ya li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dûrişmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve” pêk anî. Kongreya ku bi coşek mezin pêk hat, bi axaftin û hilbijartinê berdewam kir. Di kongreyê de siyasetmedarên ku derketin kursiyê û axivîn diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê di şer de israr dike û gelê Kurdistan jî di aştiyê de israr dike. Siyasetmedaran destnîşan kirin ku çareserî naskirina statuya gelê kurd e û rêbaz jî pergala neteweya demokratîk û xeta sêyemîn e. Siyasetmedaran anîn ziman ku heta deriyê Îmraliyê venebe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye demokratîk nabe û Kurdistan azad nabe. Di kongreyê de piştî axaftinan û xwendina raporan, hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji nûve Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bûn Hevserokên DBP’ê.