28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran dest bi meşa ber bi Dadgeha Bilind ve kirin

Li ser banga Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û Baroya Enqereyê parêzer li ber Edliyeya Enqereyê hatin bahev, bi dirûşma “Ji darbeyê re na” ber bi Dadgeha Bilind ve dest bi meşê kirin.

3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên derbarê parlamenterê TÎP’ê yê girtî Can Atalay de biryara binpêkirinê dabû, kir. Piştî vê biryarê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) ji bo “Meşa Serdestiya Hiqûqê” bide destpêkirin hemû parêzer vexwendin Enqereyê.

Baroya Enqereyê jî li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê bi gotina “Li dijî hewldana tasfiyekirina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya Dadgeha Bilind, em ber bi Dadgeha Bilind ve dimeşin” bang li endamên xwe kir ku li ber Edliyeya Enqereyê kom bibin.

Parêzerên li ber edliyeyê hatin bahev bi dirûşmeyên “Ji darbeyê re na” û “Heq, hiqûq, edalet” ber bi Dadgeha Bilind ve dest bi meşê kirin.

Polîsan parêzer li ser Cadeya Necatîbey rawestandin. Parêzerên, polîsên ku ji wan xwestin bi awayekî temsîlî meşekê li dar bixin guhdar nekirin, meşa xwe domandin. Pişt re parêzer derketin ser rêya Eskîşehîrê. Polîsan aliyekî rê ji trafîkê re girt.

Parêzerên ku meşa xwe didomînin gihiştin Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê.