4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran: Divê astengiyên li pêşiya parêzeran bên rakirin

Bi minasebeta 5’ê Nisanê Roja Parêzeran baroyan li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku divê dawî li îşkence, gef, tundî û siyaseta bêcezahiştina kiryaran bê anîn.

Li gelek navendan baroyên gelek bajaran bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran daxuyaniyan dan.

Amed

Baroya Amedê li ber edliyeya Amedê daxuyanî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwandin.

Eren bal kişand ser giringiya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran û wiha got: “Bi minasebeta roja parêzeran, ji bili pirsgirêka ku pîşeya me û parêzer pê re rûbirû mane, rojeva civakê jî bi raya giştî re parve dikin. Bi êşa windakirina 121 hevrêyên me ku 3 ji wan endamên baroya me bûn û bi deh hezaran welatiyên me di karesata erdhejê de canê xwe ji dest dan, zext û gefên lêpirsînê yên li ser parêzerên ku temînata mafê lêgerîna edaletê ne û mafê parastinê û baroyên birêxistinkirî didomin û kêşeyên hiqûqî û dadgeriyê jî bi hemû giraniya xwe di hawîrdorekê de berdewam in. Tevî ku 7 sal di ser kuştina serokê baroya me Tahîr Elçî re derbas bûn e jî hê jî nehatiye ronîkirin û kiryar nehatine cezakirin. Baroya Amedê ji bo ronîkirina hemû aliyên vê sûîqestê û cezakirina kiryaran ji roja destpêkê ve wê bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bidomîne. Em careke din Tahîr Elçî bi birtînin. Bi taybetî ji nû ve belavbûna îşkence û muameleya xerab, êrişên nijadpereset li dijî kurdan di rojevê de ne.”

Colemêrg

Baroya Colemêrgê jî bi wesîleya Roja Parêzeran li ber Edliyeya Geverê Daxuyanî da û gelek parêzer tev li bûn. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan axivî û got: “Axa em lê dijîn axa ku bi dehan car êş û hilweşandin lê pêk hatine ye. Divê em li vê erdnîgariyê êşên xwe ji bîra nekin. Divê em qurbaniyên xwe bi bîr bînin û hêz ji wan bigirin. Her hevpîşeyek me li gorî rûmeta pîşeyî wezîfeya xwe dike û xwedî li mafên mirovan derdikeve.”

Êlih

Rêveberî û endamên Baroya Êlihê jî li ber Edliyeya Êlihê bi minasebeta Roja Parêzeran daxuyanî dan. Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses daxuyanî da û destnîşan kir ku di serî de ew hevpîşeyên xwe yên di erdhejê de canê xwe ji dest dan û bi deh hezaran qurbaniyên erdhejê bi bîr tînin. Şenses anî ziman ku Baroya Êlih ê ji roja ava bûye heta niha li ber gefan serî netewandiye û dê ji niha şûn ve jî li ber gefan û tundiyê serî netewîne.

Piştre jî Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykût daxuyanî da û bal kişand sêr êrişên li dijî jinan û destkeftiyên jinan û got ew ê her li ber tundiya li ser jinan rabin.

Îzmîr

Baroya Îzmîrê jî li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn û dirûşm berz kirin. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her mafê parastinê biparêzin û ew ê ji bo daraza serbixwe û bêalî, demokrasiye, edalet û azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Edene

Parêzerên Baroya Edeneyê jî li Parka Ataturkê û Edliyeya Edeneyê çalakî li dar xistin. Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayaz bi bîr xist ku di erdhejê de 121 hempîşeyên wan jiyana xwe ji dest dane. Gokayaz, diyar kir ku dê bi rêya piştevaniyê birînên erdhejê derman bikin.