17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyê, helwesta xwe ya li dijî Silêmaniyê diyar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bîlgîç ragihand ku ji 3’ê Nîsanê ve rêya hewayî ya Tirkiye ji bo Balefirgehên parêzgeha Silêmaniyeyê rawestandine û got wê ev yek heta meha Tîrmehê berdewam bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bîlgîç di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku ji 3’ê Nîsanê ve rêya hewayî ya Tirkiyeyê ji bo Balefirgehên parêzgeha Silêmaniyê rawestandine.

Her wiha destnîşn kir ku di qonaxa yekem de biryar wê heta 3’ê Tîrmeha sala 2023’yan berdewam bike ku heta wê dîrokê wê guhertin û pêşketinan çavdêrî bikin û li gorî wê dê binirxînin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê karkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê ji bo rawestandina rêya hewayî wek hincet nîşan da.

Ragirtina rêya hewayî ya Tirkiyeyê ji bo balefirgehên parêzgeha Silêmaniyê, ne cara yekeme. Piştî Referandûmê rêya hewayî ya Hewlêr û Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê hatibû rawestandin û piştî çend mehan carek din hatibû vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Niştimanî Kurdistan YNK’ê der barê vê ambargoya dewleta tirk de daxuyaniyeke nivîskî dabû. Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê der barê mijarê de daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin:

“Em piştgiriya xebata her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Tirkiye geştên asmanî yên ji bo Silêmaniyê rawestand. Ev ambargo karek ne yasayî ye û hewldanek tevlîheviyê ye”.