spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê daneşîna doza KCDP’ê taloqî 13’ê Îlonê kir

Daneşîna 3'emîn a Doza KCDP'ê ku bi îdaya "li dijî qanûn ê ehlaqê tevgeriya ye" hatibû vekirin li Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Dadgehê daneşîna doza KCDP'ê taloqî 13'ê Îlonê kir.

Daneşîna 3’emîn a Doza Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi îdaya “li dijî qanûn û ehlaqê tevgeiya ye” hatibû vekirin li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.

Di danişînê li gel parêzerên komeleyê, nûnerên Konsolosxaneyên Swêd û Hollandayê, Nûnera PEN’ê Caroline Stockford, Konsolosxaneya Fînlandiyayê, ji Konsolosxaneya Îrlandayê Hande Ozden û Karin Scharen, Cîgira Seroka Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroğlu, Komeleya Azadiya Derbirînê jî amade bûn. , Parêzerên Komeleya Têkoşîna li dijî Şîdeta Zayendî, Parêzera Baroya Denîzliyê Ayşegul Îrem Aydogan, Nûnera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Bîrcan Dag, parêzera Komeleya Şopandina Wekheviya Zayendî Seher Kırbaş, Baroya Enqereyê Komeleya Gelincik, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Baroya Enqereyê. Komeleya Navenda Mafên LGBTIyan, parêzerên Baroya Kirklareliyê û gelek parêzer wek muşahîd tevli danişînê bûn. Ji ber ku salona dadgehê qelebalix bû gelek kes nekaribûn bikevin salonê.

Daneşînê saetekê bi derengî bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzerên ku daneşîn şopandin xwestin tevli daneşînê bibin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 13’ê Îlonê kir.