2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê bi ruhê kurdewar şano: Yenîsahne

Derhênerê Koma Yenîsahneyê Yakûp Selîmoglû, diyar kir ku li gel tengasî û bêderfetiyên derketine pêşiya wan jî bi bername û kursên hunerî her meh temaşevan salonên wan tije dikin û şad in

Li Êlihê, Koma Yenîsahne ya Şanoyê xebatên xwe didomîne. Her çiqas temenê wê dûvedirêj nebe jî bi lîstik û serpêhatiyên xwe di demeke kin de deng daye û tê nasîn. Koordînator û Derhênêrê Yenîsahneyê Yakûp Selîmoglû ku mamostetiya fermî jî dike rojnameya me Xwebûnê re axivî û der barê rewşa komê û xebatên wê de agahî da.

Derhêner Yakûp Selîmoglû, di destpêka axaftina xwe de der barê avabûna Yenîsahneyê de agahî parve kirin û wiha got: “Ji sala 2018’an ve Yenisahne heye û bê navber xebat û çalakiyên xwe didomîne. 17’ê nîsana 2018’an dest pê kir û heta roja me bi gelek xebatan xwe dide nîşan. Ya rast Yenîsahne bi awayekî tesadufî ava bû. Yanî fikrekî me, armanceke me ya wiha tune bû. Rojekê hevalê me Mehmet Sevilgen ji bo saloneke werzîşê li jêrzemînekê dinêre û dibîne ku ev der ji bo şanoyê cihekî baş û xweş e. Paşê wî em bi şiklekî qanî kirin. Piştî me salonê dît, salonê em xapandin û hew me dît ku me dest bi avakirina cihê xwe kiriye.”

Bi keda hemû endaman ava bû

Yakûp Selîmoglû dilsoziya komê ya ji bo hunerê jî ji bîr nekir û got: “Em çar heval bûn, me dest da hev û ew der ava kir. Yenîsahne bi temamî berhema keda me hemûyan e. Hoste jî mîmar jî karker jî em bûn û me her tişt ji berîka xwe kirîn. Şanaziyeke din ew e ku hemû keda me bixwe ye.”

Selîmoglû xebatên şanoyê jî nirxand û wiha dewam kir: “Em bi piranî karên şanoyê pêk tînin. Heta niha me du lîstikên bi kurdî ‘Serbaz’ (73 pêşandan), ‘Forsa Şerko’ (11 pêşandan) û lîstikek bi tirkî ‘Cîmrî’ (103 pêşandan) derxistin. Koma me ya atolyeyê jî bi lîstikek bi navê ‘Piştxûzê Notre Dameyê’ (8 pêşandan) derketin pêşberî temaşevanan. Niha jî me dest bi lîstikeke Darîo Fo ya bi navê “Jina Qelew” kiriye û di demeke nêz de em ê dîsa bi kurdî hespê xwe bibezînin. Giraniya mijarên lîstikên me komedî ne”.

Valahiya Sînemaya Y. Guney dagirt

Selîmoglû der barê rola Yenîsahneyê ya li Êlihê wiha got: “Em dikarin bibêjin ku Yenîsahne navendeke hunerê ye. Piştî şewitandina Sînemaya Yilmaz Guney, ji aliye hunerê ve li Batmanê valahiyeke gelekî mezin çêbû. Cihê ku hunermend û temaşevan bêhnekê bistînin gelek kêm bûn. Piştî ku Yenîsahne hat avakirin, kêmasiya Sînemaya Yilmaz Guney bi rastî jî êdî zêde nayê hîskirin. Em dikarin bêjin bernameyên ku em niha li Yenisahneyê pêk tînin ji yên Sînemaya Yilmaz Guney zêdetir û xurtir in.”

Selîmoglû diyar ku li Batmanê ji bo hunerê eleqeye baş heye û dewam kir: “Bi bernameyên şano, sînema, wêje, konser û li gel van kursên hunerî her meh temaşevan salona me tije dikin. Yenîsahne mala me ya duyem e ku em lê nefesê distînin û her wiha cihê em nefesê didine gel. Tenê ne ji bo me û gelê Batmanê, ji bo kes û komên ku bi hunera kurdî re eleqedar in jî malek e. Yenisahne wê derfeta nefessitendinê dide van kes û koman jî. Em tenê ne bi şanoyê re eleqedar in, em di gelek qadên hunerê de bi gelek kesan re kar dimeşînin, alîkariyan dikin, xebatên hevpar pêk tînin.

Pandemî û erdhejê ew xisirandine

Selîmoglû rewşa tengasiyên derketine pêş wan wiha vegot: “Hey ku me Yenîsahne vekiriye du bobelatên mezin hatin sere civakê. Pandemî û Erdhej. Bi rastî jî her du rewşên xirab jî bandoreke neyînî li ser me kir. Hem bi awayekî maddî, hem mental û jî manewî. Ji hêla aboriyê ve weke hemû komên bi vî rengî me zehmetiyên giran derbas kirin. Em hatin radeya ku Yenîsahneyê bigirin lê bi krediyan me hewl da ku li ser piyan bimînin.”

Selîmoglû derûniya şanogeran wiha anî ziman: “Weke şanogeran, derneketina ser dikê û nedîtina temaşevanên xwe birînên kûr vekirin di hunera me de. Motîvasyona hunermendan a herî mezin afirandin û gihîştina kîtleya xwe ye. Bedena me jî sist û zexel bû. Ji bo ku em vê pêvajoyê kêmxisar derbas bikin em atolyeyan, workshopan û analîzên lîstikan dikin. Lê ez dixwazim bejim ku temaşevanên me em li ser piyan girtin. Ji ber ku em ji tu sazî û fonan alîkariyê nastînin li piyamayina me di deste temaşevanên me de ye. Ji ber vê jî em spasdar in ku hunera kurdî bi qîmet dibînin û piştevaniya me dikin”.

Bernameya nîsanê weke festîvalê ye

Di dewama axaftina xwe de Selîmoglû ji bo bernameya wan a meha nîsanê jî axivî û got: “Em her meh bernameyên bi vî, rengî têr û tije li dar dixin û temaşevanên me jî salonên me tije dikin û me bi tene nahêlin. Bernameya me ya nîsanê jî weke bernameyên me yên mehên din weke festîvalekê xemiliye. Di bernamê de 7 lîstikên cuda, du stand ûpên bi kurdî û konserek heye. Jixwe di festîvalekî de jî ancax ev qas cihêrengî hebe. Weke ku min got her meh em van bernameyan didomînin. Temaşevan jî ji vê rewşê gelek memnûn in.”

Ji bo Heskîfê jî Selîmoglû xemgîniya xwe diyar kir û wiha got; “Bi dilekî şewat dibêjim; em êdî li Heskîfê nanêrin. Naxwazin binêrin jî. Cihekî ku estetîka wê hatibe rûxandin, kevirên wê hatibin wêrankirin, jiyana wê hatibe çilmisandin, ruhê wê jê hatibe stendin êdî ne ew cih e ku biafirîne, bibe îlham ji mirovahiyê re. Yên ku bixwazin neteweyekê tune bikin di serî de ziman û dîroka wan wêran dikin. A ku niha li Heskîfê, niştecih û neteweya wê hatiye kirin jî ev e. Ne kêm ne zêde. Xwestin ku dîroka me tune bikin û ev pêk jî anîn, mixabin.

Roja Şanoyê ya Cîhanê

Selîmoglû Roja Şanoyê ya Cîhanê jî bi bîr xist, der barê xebatên xwe yên pêşerojê de wiha got û axaftina bi dawî kir: “Em di Roja Şanoyê ya Cîhanê de ne. Bi vê minasebetê bêjim ku salê ne rojek, em her roj weke roja şanoyê dibinin. Em ê di pêşerojê de vê nêrîna xwe bidomînin û heta ji deste me hat em ê bibin xebatkarên şanoya kurdî .

Em ê hewl bidin ku van xebatan û bi awayekî rêk û pêk bernameyan zêdetir bikin. Ji ber ku cihê me yê niha êdî têra me û Batmanê nake em dixwazin cihekî mezintir û profesyoneltir ava bikin. Ji niha ve me dest bi xebatê kiriye.

Niha em li ser lîstikeke nû dixebitin û derdora du mehan de me dil heye ku em derxin ser dikê û lîstikek nû li şanoya kurdî zêde bikin. Ji bo sezona bê jî xebatên me yên bingehîn didomin. Em ê sezona bê jî bi lîstikên nû bi gele xwe re bin”.