3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan ji Amedê peyama têkbirina bi destê jinan da

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di vekirina buroya jinan a ewil a Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê de axivî ev û tişt got: “Em dizanin ev desthilat dijmina demokrasiyê û jinan e lê êdî hûn ê biçin, jin dê we bi hêza xwe têk bibin.”

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê, bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li semta Dîclekent a navçeya Peyasê buroya hilbijartinê ya jinan a ewil vekir. Buroya hilbijartinê bi alên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin, li eywanê ji bilî pankartên “Em li vir in em ê bi jinan re guherînin” û “Jin jiyan azadî” û wêneyên endama Navenda Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê hatibû qetilkirin Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî ya li Tehrana Îranê hate qetilkirin hatin daliqandin.

Di merasîma vekirinê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Meclisa Jinan a HDP’ê, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Amedê Gulistan Atasoy, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Remziye Tosûn û Dersim Dag û hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin Zeynep Mizrakli û gelek jin amade bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li vekirina buroyê bûn bi stranên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk re govend gerandin. Jinan bi dahol û zirneyê re dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn a di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, ev tişt anîn ziman: “Em ê vê buroyê ji bo avakirina civakeke demokratîk, ji bo li dijî mirinê jiyanê vekin. Em ê bi pênûsê Nagîhana ji ber ji pênûsê tirsiyan qetilkirin, dîrokê ji nû ve binivîsin.”

Piştî Tekîn Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan axivî. Çalagan a bi silavkirina girtiyên siyasî yên jin dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em ji bo di 14’ê gulanê de bi jinan re biguherînin tên. Desthilata AKP’ê ya 22 salan ji tundî, şer, xizaniyê zêdetir tiştek neda û li dijî vê jin têdikoşin.”

‘Ji bo bidawîkirina tecrîdê em tên’

Çaglayan, axaftina xwe wiha domand: “Di 14’ê gulanê de ji bo vê desthilata mêr a sosret têk bibin em ê biçin ser sindoqan. Em ê ji bo pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin tişta dikeve berê me em ê bikin. Em ê ji bo tecrîd bi dawî bibe, di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê werin. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ werin.”

Wê jin têk bibin

Piştî Çaglayan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dorpêça polîsan a li dora buroya hilbijartinê ya jinan û wiha axivî: “Em îro li vir kom bûne da ku buroya xwe ya hilbijartinê ya jinan vekin, lê em dibînin ku weke her carê astengî û komplo hene û kesên ku li vir di vekirina vê buroya hilbijartinê de kom bûne hewl didin vê yekê biherimînin. Em vê qet qebûl nakin. Ev buroya me ya jinan weke buroya ewil a Partiya Çep a Kesk tê vekirin. Ez bawer dikim ku wê ev buro di pêvajoya hilbijartinê de rola xwe bilîze, ev der wê bi jinan bi hêz bibe, wê tejî jin bibe, em ê di 14’ê gulanê de agahiyên baş ji van buroyan bigirin. Em dizanin ku ev desthilat dijminekî jinan û kurdan e. Lê êdî hûn ê biçin, jin dê bi hêza xwe we têk bibin.”

12 û 0

Bûldan, di berdewama axaftinên xwe de ev tişt gotin:

“Belê em ê bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ buroyên xwe tejî bikin. Em ê di 14’ê gulanê de bersiva vê desthilata zilmkar bidinê. Em dizanin ku ji me ditirsin, em dizanin ji me jinan ditirsin lê bila bitirsin, em bi coş tên.

Desthilat ji bo di 14’ê gulanê de careke din bibe desthilat û li Meclisê hejmareke zêde parlamenteran bigire wê her cure dek û dolap û bêhiqûqiyê bike lê em ê bibin asteng. Em ê destûr nedin vê. Hevalên min ên hêja em ê di vê serdemê de bikin 12 û 0, ji bo bibe 12 û 0 em ê amadekariyên xwe bikin. Me navnîşana xwe diyar kir. Navnîşana jinan jî ya tifaqa ku em bi hev re dikevin hilbijartinê jî Partiya Çep a Kesk e. Bila kes vê ji bîr neke.

Bandora krîzê ya li ser jinan

Herî zêde em jin dizanin ku welat anîne çi rewşê. Me ev di pandemiyê de di afetên xwezayî de dîtin. Di her cure afetên xwezayî de ewilî jin mexdûr kirin. Li Hatayê, Semsûrê, Rihayê, Amedê li her derên ku erdhej lê çêbû jin mexdûr kirin. Jin weke mexdûrên erdhejê nedîtin. Astengkirin ku jin bigihin xizmên xwe. Jin hewceyî şûşeyeke av û konekê kirin. Me hemûyan ev dît û jiya. Niha jî karesateke din afirandin, karesata aboriyê. Karesateke wiha afirandin ku êdî kes nikare biçe bazar û dikanê, zarokên me birçî diçin dibistanê. Lê kêm ma em ê wan bi krîza wan a aboriyê ve bişînin, êşên di erdhejê de em ê careke din di 14’ê gulanê de li ser sindoqan bînin bîra wan.

Temsiliyeta wekhev

Amed keleha me ye, hûn amade ne ku bikin 12-0? Ji bo temsiliyeta wekhev bibin parlamentoyê amade ne? Bila herkes bizane ku em dest ji temsiliyeta wekhev bernadin. Bi rêya me vekirî be. Serkeftin.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya jinan bi tilîlî û çepikan hate vekirin.