4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Revandina mirovan a MÎT’ê bû mijara rapora Freedom Houseyê

Freedom House, diyar kir ku hejmara dewletên mirovan direvînin zêde dibin û Çin û Tirkiye serkêşiya van dewletan dikin û xwest ku pêkanînên li ser Çîn û Tirkiyeyê bêne ferzkirin.

Freedom House ku navenda wê li Washîngtonê ye û bi giranî ji aliyê Amerîkayê ve tê fînasekirin, raporeke xwe ya lêkolînê aşkera kir. Freedom House, di rapora xwe de bal kişand ser zextên dewletan ên li derveyî sînorên wan ku zêde bûne. Li gorî raporê ji sala 2014’an ve 854 ‘zexta li derveyî sînor’ a 38 dewletan hatiye tespîtkirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku di sala 2022’an de 20 dewlet ketine nav hewldanên bi vî rengî. Bangladeş û Cîbûtî ji van welatan e ku yekemcar ketine nava hewldanên bi vî rengî. Li gorî raporê ji sala 2014’an ve ji sedî 30’yê bûyerên revandinê ji aliyê Çînê ve hatine kirin.

Tirkiye li dû Çînê ye

Di raporê de hikumetên Çîn, Tirkiye, Tacikistan, Rûsya û Misr weke kiryarên sereke yên zextên li derveyî neteweya xwe têne pênasekirin. Li gorî raporê, hikumeta tirk 132 caran ‘zexta li derveyî sînor’ pêk aniye û hate destnîşankirin ku Tirkiye di mijara zexta li derveyî sînor de piştî Çînê di rêza duyemîn de ye.

Di raporê de ji dewletên din ên cîhanê tê xwestin ku pêkanînan û astengkirina alîkariya ewlekariyê li van hikumetan ferz bikin ku dawî li zexta li derveyî welat bînin.

MÎT mirovan direvîne

Hêjayî bi bîr xistine ye ku di salên dawîn de MÎT’a tirk ji derveyî welat gelek welatiyên Tirkiyeyê yên ji ber zextên li wan hatine kirin terka welat kirine direvîne û vê revandinê weke “operasyon” bi nav dike. Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan gelek caran kêfxweşiya xwe ya ji ber vê revandina mirovan a MÎT’ê aniye ziman.