17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran giliyê 134 şaredaran kir, du jê qeyûm in

Li Mêrdînê komeke parêzeran, 10 deh bajar û navçeyên ji erhejê bi bandor bûne giliyê 134 şaredaran kir du jê qeyûm in ku ji sala 1999’an ve li ser kar in.

Li Mêrdînê komeke parêzeran ku xwe weke “Koma Parêzerên Serbixwe ya Tam” penase dikin li 10 bajar û 41 navçeyên ji erdhejê bi bandor bûn giliyê şaredarên ku berê peywîr girtibûn û yên niha li ser kar in û hinek ji wan qeyûman in, kir. Parêzeran der barê 2 jê qeyûm 132 şaredaran de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da ku zêdetir li Amed, Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Hatay, Edene û Kilîsê piştî sala 1999’an hatin ser peywîrê û niha jî li ser peywîrê ne.

Di nava kesên hatin gilîkirin de ji bilî şaredaran qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû û qeyûmê Yenîşehîr (Bajarênû) ê berê Mûrat Beşîkçî jî cih girt. Ahmet Duyan ê piştî gilîkirinê li ser navê parêzeran daxuyanî da, bal kişand ku tevî 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane jî kesekî/ê berpirsyariya xwe qebûl nekiriye û îstifa nekiriye û got: “Ji bilî çend mutehidan, kesekî ku di bin lêpirsînê de ye û tê darizandin nîn e. Divê hemû berpirsyar bên darizandin û dê bên darizandin. Em ê nehêlin ku di deryaya bêcezahiştinê ya dewam dike de winda bibin.”

Di serlêdana sûc de ji şaredaran re weke “sûcdarên herî zelal, herî rast ên hatine tespîtkirin” hate qalkirin.