3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake

Danişîna Doza Kobanê bi parastina siyasetmedar û parêzeran berdewam dike. Parêzer Erhan Urkut got beyanên şahidên veşarî li dijî hiqûqê ye û nabe ku ‘gumana maqûl’ bibe sedema girtinê

Rûniştina çaremîn a danişîna 34’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Danişînê bi parastina parêzerê siyasetmedarê girtî Alî Urkut, Erhan Urkut berdewam kir.

‘Beyan û girtin li dijî hiqûqê ye’

Erhan Urkut destnîşan kir ku beyanên şahidên veşarî ku  di doseyê de cih digirin li dijî hiqûqe ye û got: “Mehkemê di betlaneya fermî de li sê şahidên veşarî guhdar kiriye. Ev tê maneya binpêkirina mafê parastinê. Divê ku beyanên xeyrî cidî di dosyeyê de nebin û nebin sedama girtinê. Kesek ku di civîna navendî ya HDP’ê de cih negirtibe jî lê beyanên wî kirin sedema girtinê. Ev li dijî hiqûqê ye. Gumana revê ne ya miwekîlê min Alî Urkut ne jî ya siyasetmedarên din ên girtÂi heye. Divê dadgeh dema biryara girtinê der barê siyasetmedaran de dide biryar û rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ber çavan bigire. Gumana maqûl ji bo girtinê ne hincetek têrkirinê ye. Girtina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye.”

Urktu herî dawî xwest ku hinceta berdewamiya girtina miwekîlê wî bê rakirin û were tehliyekirinê.