Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş ên di bin tecrîda mutlaq de ne re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Ji 25’ê adara 2021’an ve bi tu awayî agahî ji Rêberê PK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo bikaribin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivekê werbigirin.
Abdullah Ocalan di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzerên xwe dîtiye.