7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Ocalan Newroz Ûysal hat beraetkirin

Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, hat beraetkirin.

Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal bi hinceta ku di nav xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye û komek parêzer ji bo heyama qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê piştevaniya hiqûqî bidin xelkê grûba whatsappê ava kirine dihat darizandin. Ûysal bi îdiaya “endama rêxistin3e ye” dihat darizandin û ji 7 salan heta 15 salan cezayê hepsê jê re dihat xwestin. Danişîna biryara dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ûysal û parêzerên xwe Gulan Çagan Kalelî û Faîk Ozgur Erol beşdarî danişînê bûn. Piştî parastinan û axaftinan şandeya dadgehê bi sedema ku tawanbariyên derbarê Ûysal de hêmanên qanûnî xera nake biryara beraetê da.