19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî, bi daxwaza ku bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê  û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Zêdeyî 19 meh in bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dikin, lê belê serlêdan bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lî Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Herî dawî 13’ê nîsanê cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatibû birîn û ev ceza di 18’ê cotmehê qediya bû. Lê belê piştre bi rengekî otomatîk ceza her şeş mehan carekê hate dirêjkirin.