18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên bi rojnameger Oznûr Deger re hatin redkirin

Bi hinceta ku “bi xeter e” serlêdana ji bo hevdîtina bi nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger re hat redkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdzogeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger di 25’ê cotmehê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibû binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatibû girtin. Piraniya serlêdanên ku ji bo hevdîtina bi Oznûr Deger re hatin kirin bi hinceta “bi xeter e” hatin redkirin. Serlêdanek jî bi hinceta “navnîşanê” hat redkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de tevî Deger Midûrê Karên Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên wê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren jî hatibûn girtin.

Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Dîren Yûrtsever, Habîbe Eren û Oznûr Deger li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, Denîz Nazlîm, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Selman Guzelyuz jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê tên girtin.