6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransa li ser êrîşên Tirkiye û Îranê li Urdunê konferansekê lidar dixe

Macron û Sudanî li ser wê yekê li hev kirine ku beriya serê sala nû ew li paytexta Urdun, Umanê hevdîtinekê bikin û Macron Sûdanî dawetî serdana Parîsê jî kiriye

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee ya serokatiya Fransayê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi riya telefonê li serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî geriyaye û der barê aloziyên li herêmê dan û standin kirine. Li gorî daxuyaniyê di vê hevdîtinê de herdu aliyan bi taybetî behsa êrîşên dawî ên Tirkiye û Îranê li ser axa başûr Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û û bakur û rojhilatê Sûriyeyê rawestiyane.

Li gorî heman çavkaniyê herdu aliyan li ser wê yekê li hev kirine ku beriya serê sala nû ew li paytexta Urdun, Umanê hevdîtinekê bikin û Macron Sûdanî dawetî serdana Parîsê jî kiriye. Agahiyên derbarê tevlêbûna welatên din di vê civînê de nehatine dayîn lê dewleta tirk bertek nîşanî vê civînê daye û gotiye ku bêyî tevlêbûna Tirkiyeyê nabe ku lûtkeyeke wiha were lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu doh li Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna geriyaye û tê texmîn kirin ku mijara tevlêbûna wê civînê jî hatibe rojeva herdu wezîran.