28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê  tev li greva giştî bûn

Bi bangewaziyên grevên berfireh ên rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, îro di yekemîn roja grevê de, kasibkar û dikandaran li dehan bajarên Îranê deriyên dikanên xwe venekirin û tev li gereva giştî bûn.

Li gorî agahiyên malpera  îran înternationalê, firoşkar û dikandarên bajarên Tehran, Îslamşehir, Arak, Kirman, Şîraz, Awadh, Zerqan û Kazerûn, Îlam, Kirmaşan, Pawe, Yezdanşehr, li parêzgeha Îsfehan, navenda Îranê, Deştiyarî, Sine, Seqez, Kamyaran, Urmiye û Bukan tev li grevên giştî bûne.

Xwendekarên zanîngehan û karker jî tev li grevê bûn.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Koordînasyona Xwepêşandana Karkerên Petrolê, nêzî 500 karkerên bi peyman ên ku di şîrketa Tankên Petrokîmiya Meşûr de dixebitin, dest bi grevê kirine.

Xwendekarên zanîngehên ku ji destpêka serhildana gel a li dijî rejîma Îranê ve dest bi grevê kirine, niha jî xwendekar tev li vê grevê bûne ku wê 3 rojan bê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ku dîmen û wêneyên ji bajarên cuda ên rojhilatê Kurditanê û Îranê li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin nîşan didin ku bajarên Îranê bûne ku bajarên bê kes û kûs ên ku gelên wan koçber û penaber bûne.