5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Riha û Mêrdînê hempîşeyên Hezer kuştina wê şermezar kirin

Li Riha û Mêrdînê, jinên hempîşeyên Bahar Hezer a ji aliyê birayê wê ve hat kuştin bi daxuyaniyên ku dan şermezar kirin.

Rêvebera Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Rihayê Bahar Hezer di 3’ê kanûnê de li navenda Rihayê ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ji bo Hezer li Riha û Mêrdînê daxuyanî dan û kuştina Hezer a ji aliyê birayê wê ve şermezar kirin.

Riha

Li Rihayê, nûnerên rêxistinên jinan, Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên TMMOB’ê li ber avahiya Şaxa ÎMO’yê ya Rihayê daxuyanî dan. Rêvebera Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Elîf Erdem, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku yên jinan qetil dikin bêceza dimînin û ev yek cesaretê dide kujeran û ev tişt got: “Em dizanin qetilkirina jinan ne pirsgirêkek takekesî, lê civakî ye û tundiya li ser jinê polîtîk e. Erdem anî ziman ku wê têkoşîna wan a li dijî polîtîkayên li dijî jinê bidome. Piştre li hundirê avahiya ÎMO’yê ji bo Bahar Hezer bîranîn pêk hat.

Mêrdîn

Desteya Koordînasyona Bajar a Mêrdînê ya TMMOB’ê jî li avahiya xwe daxuyanî da û Bahar Hezer bi bîr anî. Rêvebera Odeya Endeyzarên Înşeatê ya Mêrdînê Mizgîncan Dînç Arsû, di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku hempîşeya wan Bahar bi awayekî hovane hatiye kuştin û ew ne edaleta derewîn lê edaleta rasteqîn dixwazin. Arsû da zanîn ku ew ê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan derkevin û jinan bêxwedî nehêlin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.