19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê zêdeyî 2 sal in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Daxwaza ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tê hiştin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdaneke din kirin.

Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.