spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye

Polîsan li navçeya Bismilê tundî li welatiyê bi navê Şeyhmûs Eşen kiribûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin, her wiha dîmenên MOBESE’yê tundiya polîsan qeyd kirin.

Welatiyê bi navê Şeyhmûs Eşen ku li navçeya Bismil a Amedê dijî, di 11 gulanê de polîsan tundî li wî û zarokê wî kirin. Rêya Eşen ku bi wesayîtê diçû sûka navçeyê ji hêla polîsan ve hate girtin û hate derbkirin. Em gihiştin dîmenên MOBESE’yê ku dema Eşen ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku Eşen tê rawestandin, piştî demekê bi hev re diaxivin, polîs kulmekê li Eşen didin.

Di bûyerê ku di 11 gulanê de pêk hat dema Eşen bi wesayîtê diçû sûka navçeyê, ji aliyê polîsan ve pêşiya wî hate girtin û derbkirin. Di dema bûyerê de zarokê wî yê 2 salî jî birîndar bû. Eşen, çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û rapora derbkirinê girt. Eşen, rapora derbkirinê bir û li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê giliyê polîsên êrişkar kir.

Baroya Amedê mudaxilê bûyerê bû û giliyê polîsan kir. Piştî giliyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê îfadeya polîsan wergirt. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku polîsê ku bû sedemê birîndarkirina bav û zarokê wî hêj li ser peywîra xwe ye.