28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe careke din serlêdanê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bikaribin bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê adara 2021’an ve bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzer ji bo bikaribin muwekîlê xwe bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivekê werbigirin.

Ocalan di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzerên xwe dîtiye. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.