3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanaz Îbrahîm banga rawestandina êrîşan kir

Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê êrîşa li ser balafirxaneya Erbet ya Silêmaniyê nerazîbûn nîşan da û bang li Hikumeta Iraq, Herêmê û civaka navnetewî kir

Duh di saetên piştî nîvro de balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin. Di êrîşê de 3 endamên Dij Terorê yê Herêma Kurdistanê şehîd bûn.

Der barê êrîşê de endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek belav kir.

Şanaz Îbrahîm di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbaskirina serweriya xaka Iraq, binpêkirinek berçav ya soz û peymanên navnetewî ye û got; “Bang li Hikumeta Iraq, Herêmê û civaka navnetewî dikim ku sînorek ji êrîşên hewayî yên welatên cîran re danin. Bang li hêzên koalîsyonê dikim ku sîstemek pêşketî ya dijî dironên ku qada me ya hewayî kirine cihê pêşbaziya hêzên nenas, peyda bikin.”

Şanaz Îbrahîm di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Mixabin tevî şehîdxistin, birîndarkirina welatiyên bê guneh, şewitandina sedan gundan, şandina gelek nameyên fermî yên ji bo nerazîbûnê, hîn jî dijî aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê planên xwe yên qirêj dimeşînin û dewam dikin.”