6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin re serlêdan kir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdanên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û 3 girtiyên, bi hinceta “cezayê disîplînê” tê astengkirin.

Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake û hinceta vê yekê jî “belavbûna li ser çapemeniyê” nîşan dide.