5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo parastina jîngeha Zagrosê hezar dar çandin

Xelqê gundê Siyanaw ku girêdayê bajarê Merîwanê ye bi hevkariya Encumena Keska Çiya ya Merîwanê hezar darên qizwanê li Zagrosê çandin.

Xelqê gundê Siyanawê bi bexşa navendî ya bajarê Merîwanê û hevkariya Encumena Keska Çiya ya Merîwanê ji bo parastina jîngeha Zagrosê bi bernameya Zagrosane hezar darên kizwanê çandin.

Bernamaye Zagrosane bernameyek ku ji bo nûkirina daristanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine şewitandin ev 5 sal in tê amadekirin. Ev bername li her deverên çiyayên Zagrosê tê birêvebirin û êdî bûye çandekî ya rojhilatê Kurdistanê.

Kesên ku bernameyê amade dikin bi awayekî çalak cih didin zarokan da ku hişmendiya parastina jîngehê bi wan bidin fêrkirin.

Hewceyê gotinê ye ku kesên wek Şerîf Bacwer ji bo parastina jîngeha Kurdistanê canê xwe ji dest dane.