spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER’ê de girt

Li Îzmîrê, polîsan bi ser Jin Art Huner û EGE-TUHAYDER’ê de girtin û li her du saziyan lêgerîn dan destpêkirin.

Li Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Jin Art Huner (JINART) û gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan li malan û saziyan lêgerîn pêk anîn.

Her wiha polîsan di serdegirtinan de Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nûlay Guleser, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Alî Yalçinkaya û Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlîkler û Dîlaver Keklîk binçav kirin.

Polîsan kesên binçav kirin birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn û ji bo binçavkiriyan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan hat dayîn.

Li saziyên bi ser de wan hatiye girtin lêgerîna polîsan didome.