1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên polîsan ew li Mêrdîn û Farqînê binçav kiribûn hatin berdan

Kesên ku polîsan duh di serdegirtina malan de li Mêrdîn û Farqînê binçav kiribûn, hatin berdan.

Duh di saetên serê sibehê de polîsan, li navçeyên Nisêbîn, Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê û navçeya Farqîn a Amedê, bi ser malên endam û rêveberên HEDEP’ê de girtibûn. Di serdegirtinan de polîsann li Mêrdînê 17 kes û li Farqînê jî 9 kes bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal propagandaya rêxistinê kirine” binçav kiribûn.

Piştî îfadegirtina wan a li emniyetê hem kesên li Mêrdînê hem jî kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Li Stenbolê 3 kes hatin girtin

Li aliyê din ji 42 kesên ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin 39 kes ji wan bi şertê “”kontrola edlî” hatin berdan û 3 ji wan jî hatin girtin. Hat hînbûn ku her sê kesên hatine girtin endamê Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê ne.

Navên kesên hatine girtin wiha ne: Omer Gorunmek, Azad Bariş, Şehmûs Bariş.