28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê bê zanîn ku di herdu êrîşên Parîsê de jî bi zanebûn jinên pêşeng ên Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê hedef girtin. Hedefgirtina jinên pêşeng bi siyaseta hêzên navneteweyî ya dij-kurd ve girêdayî ye.

Li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an li dijî Buroya Enformansyonê ya Kurdistanê êrîşek çekdarî pêk hat. Di vê komkujiyê de ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata kurd, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Tetikkêşiya vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney kiribû.

Piştî vê êrîşê bi 9 salan ango 23’yê kanûna 2022’yan vê carê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke din pêk hat. Di êrîşê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mehmet Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Di ser komkujiya 23’yê kanûnê re salek derbas bû. Rayedarên Fransî li ser senaryoya ku yekser piştî bûyerê çêkirine israr dikin. Li gorî wan ev bûyer ji rêzê û edlî ye. Ji milê din ve aliyê kurd ji kêliya destpêkê ve aşkera dike ku ew bûyer ne dozeke asayî ye û divê ji aliyê dadwerên dij-terorê ve bê lêkolînkirin.

Êrîşa 23’yê kanûnê ji aliyê tetîkkêş William Malet pêk hat. Ji kêliya despêkê ya vê êrîşê ve rayedarên fransî hewl dan vê komkujiya plankirî weke êrîşek nijadperestî û tetîkkeş jî weke mirovakî edlî nîşan bidin. Lê profîla William Malet a balkêş rastiya bûyerê bi awayekî din nîşanî me dide. Kesê bi zimanê rûsî û îbranî dizane, pîlotê balafirê, ajokarê trênê, sekvan û paraşuter be gelo dibe ku yekî ji rêzê be?

Tevî ku William Malet di lêpirsîna despêkê de li xwe mikur hat jî doza Parîsê weke ku tê xwestin nayê dest girtin û lêkolînkirin. Ev êrîş qasî êrîşek terorî û siyasî ye. Pir aşkera ye ku li pişt vê êrîşê jî mîna komkujiya 9’ê Çileyê MÎT’a tirk heye. Di vir de pirs ev e; gelodi plankirin û pêkanîna vê êrîşê de rola îstixbarata Fransa çi ye? Gelo mumkun e ku bûyerek wisa plankirî bêyî bê ferqkirin li navenda Parîsê du caran li ser hev pêk bê?

Ev pirs ji aliyê gelek derdorên cûda ve tên kirin. Lê tevî van pirsan û îfadeyên bi nakok jî serdozgeriya Parîsê bi israr hewl dide dozê di çarçoveya êrîşa “nîjadperestî” de bigire dest. Ji ber vê israrê perdeya reş a li ser bûyerê nayê rakirin û rastî di tarîtiyê de tê hiştin. Divê dewlet û hikûmeta Fransayê divê van herdu komkujiyên li Parîsê bi rengekî rast binirxîne û rastiyan raxin pêş çavan.

Parêzerên Komkujiya Parîsê ji bo ev êrîş ji aliyê meqamên edalatê ve bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin, şik û gumanên li ser bûyerê rabin gelek caran serlêdan kirin. Lê ji ber ev êrîş siyasî ye û li pişt perdê gelek qirêjî heye, naxwazin rastî derkevin holê. Wisa diyare rayedarên fransî jî mîna dewleta tirk dixwazin nêzî meseleya kurd bibin û bûyerê ji demboriyê re bihêlin. Jixwe siyaseta ku di komkujiya 9’ê cotmehê de tê meşandin ev e. Niha bi heman awayî nêzî komkujiya 23’yê kanûna 2013’yan jî dibin. Ne tenê parêzrên malbata hemû gelê kurd li dijî vê bêedaletiyê ye û van kiryarên li ser wan tên ferzkirin qebûl nakin.

Divê bê zanîn ku di herdu êrîşên Parîsê de jî bi zanebûn jinên pêşeng ên Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê hedef girtin. Hedefgirtina jinên pêşeng bi siyaseta hêzên navneteweyî ya dij-kurd ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê komkujiyên li Parîsê ne bûyerên ferdî ye yan jî êrîşên nijadperestî û ji rêzê ne. Ev êrîş li hemberî jin û gelê kurd ê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, sûcê şer ê bi fermana şefê faşîst Erdogan hatî kirin e. Ev êrîş heman demê de êrîşa li dijî demokrasiya Ewropayê, qanûnên Fransayê, dewleta Fransayê, îrade, yekitî û yekbûna gelê Fransayê ye jî. Lewma heta ku dewleta Fransa hêzên li pişt vê komkujiyê aşkera neke û bi raya giştî re parve neke, wê gelê me dewleta Fransayê weke hevkêrê sûc bibîne.

Bêguman di vir de qasî rola dewleta Fransa û îstexbarata wê, rola têkoşîna aliyên azadîxwaz jî girîng e. Divê bê zanîn ku tu rastî bê têkoşînê dernakevin holê. Lewma ji bo ronîkirina komkujiyên li Parîsê pêwîstî têkoşînek piralî û xurt  heye. Çawa ku ji bo rastî dernekevin holê hêzên komploger û kujer bênavber di nava têkoşînek domdar de ne divê ji bo edalat û rastiyê jî bi heman bîr û baweriyê têkoşîn bê mezinkirin. Mezinkirina têkoşîna azadiyê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû pêkhate û baweriyan êdî bûye pêdiviyek mezin. Lewma em bala xwe didênê di 1’emîn salvegara komkujiya 23’yê kanûnê de ne tenê kurd je her netewên li Ewrûpa bi deng û rengê xwe di nava çalakiyên kurda de cihê xwe girtin. Ev îfadeye rastiya têkoşîna gelê kurd e.

Ev yekitiya gelan ya bi rêxistinkirî li dijî têgihîştina desthilatên ku xwe di ser îradeya gelan re dibînin jî peyamek xurt e. Lewma çalakiyên ku di dawiya hefteyê de bi dirûşma “Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye” ji gelek aniyan ve bi nirx û wate bûn. Ji niha û şûn ve ya divê bê kirin mezinkirina vê têkoşînê ye. Ger li ser vê têgehê têkoşîn were mezinkirin ez bawerim wê hewldanên sergirtina komkujiyên li Parîsê jî têk biçin û rastî derkeve holê.

Jixwe taybetmendiyekî rastiyê heye ku zû dereng rastî derdikeve holê. Ya ku tê xwestin edalat e.