15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenteran gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda Îmraliyê gazî Wezareta Dadê krin û gotin: “Divê ev tecrîd demildet bê rakirin. Pêwîste parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin.”

Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengiya hevdîtina parêzer û malbatan di roja 12’emîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê dixwazin tecrîd bê rakirin û tavilê bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bê kirin. Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Îmam Taşçier, Ayşe Surucu,  Kemal Bulbul, Erdal Aydemîr, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Mahmut Togrûl û Celadet Gaydali di roja 12’emîn a çalakiyê de li ber deriyê Meclisê gazî Wezareta Dadê kirin.

‘Zilma 12’ê îlonê li zindanan heye’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser navê parlamenteran axivî û destnîşan kir ku 23 sal in li Îmraliyê tecrîd li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîd tê sepandin û wiha got: “Sepana vê tecrîdê ne li gorî pîvanên olê, ne li gorî pîvanên ehlaqî û ne jî li gorî hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa gerdûnî ye. Em di heyamek ku wîjdan tune bûye û hiqûq ji holê hatiye rakirin de derbas dibin. Tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan tê birêvebirin. Tecrîd bi awayek girankirî li ser tevahiya girtîgehan tê sepandin. Di 2 salên dawî de 142 girtî ji ber nexweş bûn li girtîgehan hatin qetilkirin. Bi sedan girtiyên nexweş li zindanan li ber xwe didin û terkî mirinê hatine kirin. Li zindanan adeta îşkence û zilma heyama 12’ê Îlonê heye.”

‘Deriyê Imraliyê vekin’

Ozguneş anî ziman ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin wê Tirkiye ji vê jiyana dojehî, şerê qirêj derkeve û ji vê rejîma zilmê rizgar bibe û got: “Tirkiye dikare wisa bigihîje pergalek azadîxwaz, demokratîk û hiqûqê. Em carek din gazî Wezareta Dadê dikin û dibêjin Divê ev tecrîd demildet bê rakirin. Pêwîste parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin. Em bi hêvî ne û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”