8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînem Mihemed: Dev ji şermezarkirinê berdin bikevin tevgerê

Nûnera MSD'ê ya Washingtonê Sînem Mihemed, der barê êrîşên Tirkiyeyê û ambargoya rejîmê de diyar kir ku êrîş û ambargo dibin sedema mirina mirovan û xwest ku saziyên navneteweyî li dijî vê rewşê bikevin tevgere.

Di sala 2018’an Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê êrişî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û bajar dagir kirin. Piştî dagirkirinê bi hezaran malbatên li vir koçî Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yê Helebê kirin. Ev malbat niha di nav şert û mercên dijwar de li ber xwe didin. Bi hezaran kesên ku li kampan di konan de dimînin ji aliyekî ve li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ji aliyekî ve jî li dijî ambargoya hikûmeta Sûriyeyê li ber xwe didin. Wîsam Sîdo yê 4 salî ku li Taxa Şêxmeqsûdê dima, ji ber ambargoya hikûmeta Sûriyeyê ji sermayê nexweş ket û jiyana xwe ji dest da.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed, der barê ambargoyê û êrîşan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kirin. Sînem Mihemed, destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê qet nesekinîne û tevî ew qas êrişan jî mirov ji bo vegerina Efrînê li ber xwe didin.

‘Jin û zarokan dikujin’

Mihemed, da zanîn ku heya niha di êrişên li hember Şehba û Til Rifetê de gelek zarok jiyana xwe ji dest dane û bêdengiya saziyên navneteweyî ya di vî warî de rexne kir û wiha got: “Heya niha saziyên mafên mirovan, saziyên wekî UNICEF’ê ji bo zarokên li vir dimirin qet deng ji xwe dernexistine. Tirkiye êrişî sivîlên li wir dike, jin û zarokan qetil dike, lê qet deng ji saziyên navneteweyî dernayê. Saziyên wekî UNICEF’ê diviyabû ji bo rawestandina van êrişan û parastina sivîlan tevbigeriyana, lê xwe li bêdengiyê datîne. Tenê êrişan şermezar dikin.”

 ‘Rûsya divê berpirsiyariyê hilgire’

Mihemed anî ziman ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi êrişan careke din dixwazin gelê koçber bibin û rejîma Sûriyeyê jî serî li heman pêkanînan dide. Mihemed bal kişand ser ambargoya di warê mazot, derman û erzaqan de û zarokê 4 salî yê ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Berpirsê vê ambargoyê kî ye? Li Şehba û Helebê hêza herî mezin Rûsya ye. Rûsya divê li hemberî vê ambargoyê berprisiyariyê hilgire.”

‘Hedef Rêveberiya Xweser e’

Mihemed, îşaret bi hevdîtina di navbera Şam-Enqereyê de jî kir û ev tişt got: “Armanca van hevdîtinan, gelê kurd, rêveberiya xweser a li Şêxmeqsûdê û Herêma Firatê ye. Dixwazin Rêveberiya Xweser hilweşînin. Lewma Tirkiye êriş dike. Ev êriş ne tenê li Şehbayêye, li Til Temirê, Eyn Îsa û cihên din jî hene. Dixwazin vî gelî çavtirsandî bikin, da ku dest ji Rêveberiya Xweser berdin.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed ev bang li Amerîkayê û Rûsyayê kir: “Dawî li van êrîşan bînin. Ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bibin divê dawî li van êrişan bê. Heke ji bo tevahiya Sûriyeyê çareyeke siyasî çênebe, dê ev êriş û ambargo bidomin.”