30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdurrahman Kizil li Qaxizmanê hat veşartin

Abdurrahman Kizil ku di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qaxizmanê hat veşartin. Polîsên tirk û şaredariya desteserkirî hewl dan ku veşartina cenaze asteng bikin.

Li Paytexta Fransa Parîsê, di 23’ê kanûnê de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji cangoriyan Abdurrahman Kizil li navçeya Qaxizmanê ya Qersê bi merasîmekê hat veşartin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Remziye Tosûn, malbata Kizil û bi sedan kes cenaze ji Balafirgeha Harakanî pêşwazî kirin û ber bi Qaxizmanê ve birin.

Ji bo rakirina cenaze astengî

Şaredariya Qersê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, wesayîta neqilkirina cenaze neda malbatê. Li ser vê yekê ambûlansa Şaredariya Panosê ya di bin rêveberiya HDP’ê de anîn balafirgehê. Lê belê polîsan bi hinceta ewraqên fermî, destûr nedan ku cenaze bi ambûlansê bê veguhestin. Cenazeyê Kizil bi kamyonetekê ji balafirgehê hat derxistin. Cenaze bi karwanê wesayîtan ber bi gundê Qeregunî yê Qaxizmanê ve derxistin rê.

Karwanê cenaze ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Leşker û polîsan tevahiya derûdora gund dorpêç kiribû. Nehiştin beşek karwanê wesayîtan bikeve gund. Tevî hemû astengiyan jî cenaze gihîşt gund û piştî nimêja cenaze hat kirin, li goristana gund hat veşartin. Polîs li ser goristanê rojnamevanan asteng kirin ku dîmen û wêneyan bigirin.

‘Wê gelê kurd di paş de gav neavêje’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, di merasîma cenaze de axivî û bi bîr xist ku Abdurrahman Kizil bi salan e li sirgûnê dijî û ev tişt got, “Kurd yan tên girtin, yan tên kuştin, yan jî tên sirgûnkirin. Nehiştin em cenazeyên xwe jî li gorî rêbazên îslamî veşêrin. Divê her kes bizanibe Abdurrahman Kizil şehîdê gelê Kurd e. Em ê şopdarên têkoşîn û daxwazên wî bin. Li gel van çewisandinê jî gelê Kurd ti carî gav paşve navêje. Pêwîst e hikûmeta Fransayê kujerên rastîn ên Kizil derxe holê.Eger vê yekê eşkere neke, wê berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta Fransayê be. Divê hikûmeta Fransa hêzên li pişt vê êrîşê eşkere bike û vê êrîşeke weke êrîşekî terorîst diyar bike.”

Piştî axaftinê, gel bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz kirin. Gel ji gund derketin û berê xwe dan cihê sersaxiyê ya li navenda navçeyê ye.