18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê Iraqê: Tirkiye çekên kîmyawî bi kar aniye

Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî, êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk şermezar kir û ragihand ku li gorî raporan Tirkiye li Herêma Kurdistanê çekên kîmyawî bi kar aniye.

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike û di êrîşên xwe de çekên kîmyewî li dijî gerîllayên HPG’ê bi kar tîne. Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Cewad Bolanî, der barê van êrîşên dewleta tirk de ji Rojnews re axivî.

Cewad Bolanî, di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Li gorî raporên ewlekariyê yên taybet, derdikeve holê ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar aniye. Ev jî binpêkirinek mezin a yasayên navnetewî ye.”

Bolanî, behsa civîna parlamentoya Iraqê ku tê payîn di 22’yê mijdarê de pê kbê jî kir û ev agahî dan: “Roja Sêşemê (22 Mijdar) wê parlamentoya Iraqê der barê êrîşên Tirkiyeyê de bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê kom bibe. Di civînê de wê der barê êrîş û binpêkirina serweriya xaka Iraqê de guftugo were kirin.”