5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe

MYK’a HDP’ê, der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûr de diyar kir desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi êrîşan emrê xwe dirêj bike û ragihand ku wê dê sibe bi awayekî lezgîn bicivin.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û ragihand ku wê der barê mijarê sibe bi awayekî lezgîn bicive.

Daxuyanî bi sernavê “Divê êrîşên hewayî yên TSK’ê demildest bi dawî bibin!” hat weşandin. Di daxuyaniyê de êrîş weke lîstikeke tarî hat pênasekirin û hat destnîşankirin ku êrişa li dijî kolana Îstîklalê weke hincet hatiye nîşandan. MYK’a HDP’ê da zanîn ku desthilata AKP-MHP’ê hiqûqa navneteweyî bin pê dike û dixwaze tişta ku DAIŞ’ê niaribûye bike bi ser bixe û ew pêk bîne.

Dixwze temenê xwe dirêjtir bike’

Her wiha hat gotin ku Tirkiyeyê piştî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, DAIŞ’î û dûvikên wan lê bi cih kirine û ev tişt parve kir: “Weke ku desthilat îdia dike ev êrîş ne ji bo ewlehiya sînor tê kirin. Berovajiyê vê gefên heyî mezintir dike. Ji bo Tirkiyeyê ne kurd lê DAIŞ û dûvikên wê xetere ne. Desthilata ku nikare welêt bi rê ve bibe, li hundirê welêt bi zextê û li derveyî welêt jî stratejiya şer bi pêş dixe. Bi vî awayî dixwaze temenê xwe dirêjtir bike. Divê hêzên neteweyî û navneteweyî, derdorên demokrat, kesên dij-şer û derdorên hestiyar li dijî van êrişên derhiqûqî derkevin. Em van êrîşan pir xetere dibînin. Ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”

Dê sibê MYK li hev dicive

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo nirxandina êrişê dê MYK’a partiya me sibe bi awayekî lezgîn bicive û nirxandina xwe bi raya giştî re parve bike.”