18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Rojhilat di hefteya 10’an de didome

Serhildana ku bi pêşengiya jinan bi dûrişmeya “Jin, jiyan, azadî” li Rojhilat û Îranê dest pê kir, di hefteya 10’an de berdewam dike.

Serhildana ku piştî kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî di meha îlonê de bi pêşengiya jinan bi dûrişmeya “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir, di hefteya 10’an de berdewam dike. Gel li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên mîna Sine, Mahabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqîz, Dîwandere, Merîwan, Qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abîdanan û gelek bajarên din li kolanan li ber xwe dide.

Di dema çalakiyên li Dîwanderê de hêzên rejîmê êrişî çalakvanan kir û herî kêm 5 kes qetil kirin. Li Mahabadê jî bi sedan kes tev li merasîma cenazeyê Kemal Ahmet Pur bûn ku ji hêla rejîmê ve hatibû kuştin. Piştî merasîma cenaze jî çalakî mezintir bûn. Li bajarê Sineyê jî xwendekaran çalakî li dar xistin û rastî êrişa hêzên rejîmê hatin.

Her wiha li bajarên Tehran, Meşhed, Îsfehan, Tebrîz, Şîraz, Ahwaz û çendek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin.