18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’ê di roja duyemîn de li ber Wezareta Edalatê ne

Parlamenterên HDP’ê di roja duyemîn de çalakiya xwe ya li ber Wezareta Edaletê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re domandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û tavilê hevdîtin pê re bê kirin, di 21’ê kanûnê de li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiyê kir. Çalakî bi dorvegerî pêk tê û di roja duyemîn de parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Nûran Îmîr, Abdûllah Koç, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr tevlî çalakiyê bûn.

Parlamenteran dowîzên bi nivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Bes e ji şer û tecrîdê re” û “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hildan. Çalakiya li pêşiya Wezareta Edaletê wê bêdem û bi dorveger dewam bike. Parlamenter wê her roj di saetên diyarkirî de li ber wezaretê bin.