5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûçeyê kêmtirîn bû 8 hezar û 500 lîre

Mûçeyê kêmtirîn ku bi milyonan mirovan eleqedar dike, di civîna ku nûnerên karkeran nehatin vexwendin de weke 8 hezar û 500 lîre hate aşkerakirin.

Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmtirîn, ji bo mûçeya kêmane ya sala 2023’yan ku bi milyonan mirovan eleqedar dike diyar bike, cara dawî li Beştepeyê kom bû. Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) Ergun Atalay ku piştî civîna Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmtirîn a 20’ê kanûnê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku pêşniyara wan a fermî 9 hezar lîre ye û heke ev hejmar neyê qebûlkirin ew ê xwe ji maseyê vekişînin. Piştî vê daxuyaniyê Turk-Îş ji bo civîna îro nehat vexwendin.

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna ku Wezîrê Ewlekariya Kar û Civakî Vedat Bîlgîn û Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kardêrên Tirkiyeyê (TÎSK) Ozgur Burak Akkol jî amade bûn de mûçeyê kêmtirîn aşkera kir. Erdogan, di civîna ku nûnerên karkeran nehatin vexwendin de mûçeya kêmtirîn weke 8 hezar û 500 lîre diyar kir.