19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’ê Îmraliyê weke mifteya çareseriyê nîşan dan

Parlamenterên HDP’ê, gotin ku tecrîda li Îmraliyê şerê tê meşandin dijwartir dike û heta dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê bihîstin wê şer dijwartir bibe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de berdewam dike. Parlamenter Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên “Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê bi girankirî berdewam dike û wiha got: “Bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan re hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin. Divê ku dewlet girêdayî qanûnên xwe bimîne û li gorî qanûnan tevbigere. Îro mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev maf, 2 sal in li Îmraliyê nayê sepandin û tê astengkirin.”

Kurdistan bi tecrîdê dopêç kirine

Kaçmaz destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye û got: “Îro tevahiya gelên Tirkiyeyê bi tecrîdê hatine dorpêçkirin. Îro aloziyên siyasî, aborî û civakî ku li Tirkiyeyê rû didin, bi tecrîdê ve girêdayî ne. Ev polîtîka parçayek dijminatiya kurdan e.”

Kaçmaz anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “17 roj in desthilatdariyê guhên xwe ji hemû daxwaz û bangên me re girtî ye. Heke îro vê dijminatiya kurdan nebûya, wê li Îmraliyê rê li ber hevdîtina bi birêz Ocalan re bihata vekirin. Birêz Ocalan gazî kiribû û gotibû, ‘ez ê di nava hefteyekê de şer biqedînim’. Lê mixabin AKP-MHP guhê ji vê bangê re girt û gav neavêt.”

‘Em ê li dijî tecrîdê bikevin tevgerê’

Kaçmaz, daxuyaniyên Nurettîn Canîklî yê AKP’yî têkildarî budçeya 2023’yan bi bîr xist û wiha got: “Ji şer re budçe heye. Ji dijminatiya kurdan re budçe heye. Lê belê ji bo gelên Tirkiyeyê budçe nîne. Şer gelan feqîr dike. Birêz Ocalan dikare vî şerê 40 salî biqedîne. Birêz Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike. Divê dewlet van bangan bi awayek cidî li ber çavan bigire. Lê belê hişê dewletê ew e ku tecrîdê dijwartir bike û bi vê dijwariyê bersiva bangan dike.”

Kaçmaz, anî ziman ku du sal in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û daxuyaniiya xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku dengê birêz Ocalan neyê bihîstin, wê şer dijwartir bibe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê desthilatdarî viya bibîne. Gelo tirsa desthilatdariyê ji aştiyê çiye? Sedema ku hûn şer û kuştinê dispêrin gelê kurd û gelên Tirkiyeyê çiye? Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxe û bikeve tevgerê.”