7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şertê El Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re; bidawîkirina dagirkirinê ye

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de nivîsî ku yek ji şertên sereke yên rejîma Şamê ew e ku dewleta tirk ji axa Sûriyeyê derkeve

Rojnameya El Ereb têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de wiha nivisî: “Serokê Sûriyê Beşar El Esed ji bo pêkanîna hevdîtinê bi serokê tirk Recep Tayyîp Erdogan re şert danîn û di nava wan de bidawîkirina dagirkirina axa Sûriyê heye. Çavdêran diyar kir ku ev gav xuya dike ku serokê sûrî di nêzîkbûnê de ne bi meraq e. Her wiha ev helwesta wî, dema got ew tercîh dike dan û standin bi Enqereyê re bi navbeynkariya Rûsyayê dewam bikin, xuya bû.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Sûriyê, heta “nêzîkbûn encamdar” be divê bingeha hevdîtinên sûrî-tirkî bi navbeynkariya Rûsyayê bidawîkirina “dagirkirinê” be yanî hebûna leşkerî ya Tirkiyê.

Ji bo Şamê pirsgirêka li pêşiya pêkhatina hevdîtinê di navbera El Esed û Erdogan de derdikeve, nakokiya daxuyaniyên serokê tirk û kiryarên wî ne. Bi rêya ajanên xwe axa Sûriyê kontrol dike. Pêkanîna operasyonan li Sûriyê didomîne. Di heman demê de xwe xuya dike ku dixwaze dan û standinan pêk bîne.

Naskirina Enqereyê, yekitiya axa Sûriyê û daxuyaniyên Erdogan ku timayên welatê wî di Sûriyê de tune ne, hevkêşeyên li ser erdê naguherin. Ji ber ku heman tiştî der barê Iraqê de dibêje lê rojane serweriya wê binpê dike. Hewl nade ku hêzên xwe ji baregehên li Iraqê ava kirine, vekişîne. Ev jî ji bo Sûriyê derbasdar e. Madem wê nekarî heta niha herêmeke ewle li ser sînorên Sûriyê ava bike, wê demê ew ji Sûriyê venakişe.”