Rojnameger Sezgîn Kartal di 10’ê çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de di çarçvoeya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê Kartal birin Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê.
Hat hînbûn ku biryara veşarî danîne ser dosyeya Kartal. Dozgeriyê îfadeya Kartal girt û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê bi heman hincetê biryara girtina Kartal da.