spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HEDEP’ê nêzîkatiya li zimanê zikmakî şermezar kirin

Di hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Perwerdeyê de parlamenterên HEDEP’ê nêzîkatiya desthilatê ya ji bo zimanê zikmakî bi dovîzan şermezar kirin.

Hevdîtinên li ser “Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin, li komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam dikin.

Di hevdîtinên îro de li ser Bûdçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) nîqaş hatin kirin û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji ber ku ji bo zimanê kurdî û zimanên din par nehatiye veqetandin, wezaretê şermezar kirin û dovîza li ser wan “Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e” nivîsandî ketin eywana civînê.

Di heman demê de parlamenterên HEDEP’ê rakirina xwarina bêpere ya danê nîvro didan xwendekaran jî wezaretê bi dovîza “Danekî xwarinê maf e” şermezar kirin.