27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê bihabûn protesto kirin

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber Wezareta Xezîne û Maliyeyê li dijî zeman çalakiyek prostestoyî li dar xistin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li dijî bihakirina pêdiviyên jiyanê û zemên ku tên kirin, ji ber avahiya Meclisê heta Wezareta Xezîne û Maliyeyê meşek protestoyê li dar xistin. Parlamneteran dovîzên bi nivîsên “Dizî û şêlandin heye”, “Xwarin û vexwarina xelkê biha nekin, ranta xwe qut bikin” û “Sedsala zemkirinê” hildan. Parlamenteran meşa xwe li ber wezaretê bi dawî kir û daxuyaniyek kurt dan.

Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç axivî û polîtîkaya aboriyê ya îktidarê rexne kir. Olûç anî ziman ku îktidarê hevsengiya aboriyê xera kiriye û ev zem û bihakirin hemû encama polîtîkayên îktidarê ye. Olûç bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan kir ku li ber krîza aborî û polîtîkaya aboriyê ya îktidarê rabin û her ku bêdengî çêbibe wê zemên nû bên kirin.